Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku tevî hêsandîtina hin dewletan ji asayîkirina peywendiyan bi rijêma Esed re, lê dewleta Qeter hîn bi helwesta xwe ya prensîpî ji doza gelê Sûriyê û şoreşa wî û rawestana li hember rewakirina rijêma Esed pabend e.
Û Rehmê di daxwiyaniyin taybet de, got ku di dema em li benda dewletên heval û yên bira bûn ku berdewam bin di cudakirina rijêma Esed de û sizakirina wê li ser tawanên ku dermafê gelê Sûriyê û gelên deverê pêk anîne, em dibînin hin ji wan ber bi rijêma tawankar ve dibezin, da peywendiyan bi zordarê Şamê re vegerînin, û her tiştê ku di salên bûrî de li dijî gelê Sûriyê pêk aniye ji bîr dikin.
Û Emîndarê Giştî helwesta prensîpî ya dewleta Qeterê, ya ku vê dawîyê diyar kiriye û dîtiye ku divê take-rêya çareseriyeke domdar li Sûriyê li ser bingeha biryarên navdewletî be û di pêşî de biryara Encûmena Ewlekariyê 2254, û cextî li ser giringiya mukumkirina dadpirsînê kiribû dijî kesên ku yasayên navedewletî li Sûriyê binpê kirine, bilind nirxand.
Û helwesta Qeterê ji rijêma Esed û mîkanîzmaya çareseriyê li Sûriyê, di axaftina Cîgirê Balyozê Qeterê li Netewên Yekbûyî Casim Seyyar Elmuawda piştî kurteşiroveyekê ji aliyê Serokê Mîkanîzma Navdewletî ya Bêalî ve Catherine Marchi Uelle, hat nûkirin, û Almuawda got ku welatê wî “hîn jî rijd e li ser piştgiriya mîkanîzmaya lêpirsîna navneteweyî ya bêalî.”
Û Elmuaewda tekezî li ser giringiya pêkanîna dadmendî û dadpirsînê ji bo bidawîkirina bêcezakirina binpêkerên yasayên navdewletî li Sûriyê kir, û dît ku riya guncav ji bo pêkanîna çareseriyeke berdewam li Sûriyê, “Di lihevkirina navdewletî ya di daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 de hatiye de ye.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî