Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, di roja Cîhanî ya Jinavbirina Tundûtûjiya li Dijî Jinan de, piştgiriya xwe bo jinên Sûrî ya ku di zindanên rijêma Esed de rastî serkutkirin, kuştin û girtinê tên, di zindanên ku bi navê “Qesabxaneyên Mirovan” tên naskirin, anî ziman.
Û Rehmê got ku bi hezaran jin di girtîgehên rijêma Esed de rastî curbecur tundûtûjiyan tên, û xemsariya navdewletî di rizgarkirina beşên herî lawaz di civakê de ji terora rijêma Esed şermezar kir.
Û Emîndarê Giştî hewildanên Netewên Yekgirtî bo piştgiriya jinên Sûrî bilind nirxandin, û bang li dewletên bibandor di dosya Sûriyê de kir ku bi awayekî cidî û erênî bi dosya Sûriyê bi giştî û ya girtiyan bi taybetî re bide û bistîne, û cextî li ser pêwîstiya cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 û liveke bibandor bo cîbicîkirina veguhestina siyasî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî