Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, pesna wêrekiya mezin a xelkê parêzgeha Siweyda di serhildana li dijî rijêma Esed de da, ew gelê ku daxwaza ruxandina rijêmê kiriye, bi riya hin dîmenên ku gelê Sûriyê berê dîtibûn û tevaya cîhanê di yanzdeh salên bûrî de şopandibûn.
Û Rahmê got: “Em silavên xwe arasteyî gelê Siweyda dikin, ew kesên ku bi gernasî û wêrekî li dijî rijêma Esed ya tawankar serî hildane, tevî hovîtiya dezgehên ewlekariyê yên ku rijêm wan ji bo kuştina sivîlan û tirsandina wan bikar tîne”.
Û Rahmê got: “Qehremanên Siweyda efsaneya rijêmê ya parastina kêmnetewan ruxand, û peyama xwe ya pak ji Cebel Elereb ê li başûrê Sûriyê gihand Cebel Elzawiyê li bakur,” û got: ” Piştgiriya tam ji xwepêşanderên ku rûbirûyî hovîtî û terora rijêma Esed dibin, ji ber ku rijêmê rêbazên xwe yên tepeserkirinê neguhertin, lewra guleyên rasteqîn berdan kesên bêçek, û bû sedema ketina qurbaniyan.”
Û Rehmê bal kişand ser wê yekê ku serhildana Siweyda nameyeke bîranînê bû ji bo her kesê hewl dide ku peywendiyan li gel rijêma Esed asayî bike, ev rijêm di derûniya Sûriyan de ketiye, û nepêkan e careke din were vejandin an rewakirin, ji ber ku Sûriyan dev ji pirensîpên xwe û daxwazên xwe tevî hemû terorîstiya ku rijêma Esed bi çekên kîmawî, bombe û bermîlên teqîner bikar aniye bernedan.
Û Tekez kir ku gelê Sûriyê bi curbecur pêkhateyên xwe dîroka Sûriyê ya nûjen bi şêweyekî li gorî mezinbûna vî gelê kevnar dinivîse.
Û Emîndarê Giştî ji medyaya Erebî û navdewletî xwest ku bala xwe bidin tiştên ku xelkên Siweyda dikin, ji ber ku ew bi zelalî daxwaza gelê Sûriyê di rizgarbûna ji rijêma tawankar û bidestxistina azadî û rûmetê nîşan dide.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî