Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, cext kir ku tawana ku rêxistina PKK ya terorîst li Stanbolê pêk aniye, nîşan e ku teror sînoran nas nake, û tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna vê rêxistinê yaku mîna dijminekî hebeş e û êrîşî sivîlan dike û jiyana bêgunehan dixe bin gefê de kir.
Û xemgîniya xwe derbarê êşa malbatên qurbaniyan û gelê Tirkiyê piştî teqîna teroristî yaku Stanbol armanc kiriye anî ziman, û hêviya saxlemiya lezgîn ji birîndaran re kir.
Û Rahmê îro çarşemê di daxwiyaniyên taybet de amaje bi wê yekê kir, ku rêxistina PKKe ya terorîst û şaxê wê li Sûriyê milîsên PYDe yên terorîst, tawan û binpêkirinan dermafê sivîlan li deverên di bin kontrola xwe de pêk tînin, wek girtin, îşkenceya hovane, revandina zarokan û leşkerkirina wan û bikaranîna wan di eniyên şer de.
Û Rehmê tekezî li ser pêwîstiya nehiştina metirsiya rêxistinên terorîst kir, û dît ku Hevbendî û birayên wê yên Tirk di pêkanîna vê armancê de hevbeş in, û got ku Hevbendiya Niştimanî bi Tirkiyê re di peywendî û hemahengiya li ser asteke bilind de ye, ji bo parastina ewlehiya xelkê û girtina rê li pêşiya êrîşên van rêxistinan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî