Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem Rehmê, bêdengiya civaka navdewletî û nestandina rêşûnên ku bombebarana miştûmir li ser xelkê bêguneh li Gezeya Felestînî şermezar kir.
Û Rehmê got ku di dema ku dagîrkerê Israîlî li Gezeyê sivîlan û her şêweyên jiyanê bombebaran dike, sistbûna navneteweyî û erebî di çarçoveya rawestandina van komkujiyên hovane de, dagîrker han dide ku tawanên xwe bidomîne.
Û Rehmê bal kişand ser wê yekê ku dewleta Israîlê hîn tawanên cengê dermafê sivîlan pêk tîne, û piştî kuştina zêdetir ji 500 sivîlî li nexweşxaneya Elme’medanî di rêbaza xwe ya tawankirin û bombebaranê de li ser dibistaneke UNRWA ya aware têde bûn berdewam kir, û di encamê de hejmarek şehîd û birîndar li bajarê Xanyûnis ketin, ji bilî bombebarana berdewam ya ku dibe sedema gelek tawanan li deverên curbicur ên Gazayê.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê, got ku dagirkeriya Israîlê pabendî bi yasa û regezên navdewletî nekir, û ne bi piransîp û nirxên mirovî kir, û heman şêweyê ku rijêma Esed bi gelê Sûriyê kiriye bikar tîne, û ev yek jî berpirsyariya civaka navdewletî di parastina sivîlan de li Geza û Sûriyê ku rastî gurkirineke dijminkarî ya ku sivîlan armanc dike duqat dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî