Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, xweşhaliya xwe bi helwesta dewletên bira û dost, Qeter û Kiwêt û Amerîka û Yekîtiya Ewropî, yên ku biserxistina rijêma Esed û normalkirina têkliyan pêre û vegera wê bo nav Komkara Erebî red dikin, anî ziman.
Û Rehmê di daxwiyaniyin taybet de, îro Sêşemê, got ku çi rêya gihiştina çareseriya ku armancên gelê Sûriyê pêk bîne tune ye, ji bilî bicîanîna biryarên navdewletî, û di serî de daxwiyaniya cinêvê û herdû biryarên 2018 û 2254.
Û Rehmê got ku gelê Sûriyê hîn qurbaniyan ji bo bidestxistina azadiya xwe û rizgarbûna ji rijêma Esed dide, û Hevbendî hewlên dewlet û aliyên ku li gel wan radiwestin ji bo gihîştina armancên gelê sûriyê bilind dinirxîne.
Û Rehmê bal kişand ser wê yekê ku dewletên ku ber bi normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re çûne, di danûstandina li gel doza gelê me ji riya rast dûr ketine, û ew pêngav dê ne di berjewendiya wan de û ne jî di ya gelê Sûriyê û deverê de be, û dê dîmena siyasî aloztir bike, û ewlehiyê li deverê têk bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî