Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, xweşhaliya xwe bi operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya vê dawiyê ku têde serdarê rêxistina Daişê ya terorist li navçeya Cindirêsê ya girêdayî devera Efrînê armanc kiriye, anî ziman, û pesnê xebata hêzdar a Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûrî di şopandina şaneyên rêxistina ku li her devera diçê wêranî û xerabiyê diçîne da.
Û Rehmê di daxwiyaniyin taybet de got ku rêxistina Daişê ya terrorist ne tenê ji şoreşa Sûrî re cihê metirsiyê û dijî rêya wê ye ji roja derketiye de, wê herdem li dijî şoreşgeran li deverên rizgarkirî berê xwe fireh dikir, û ew ji xwezaya civaka Sûrî yaku tundrewiyê red dike dûr e, û bal kişand ser ku hemû çalakiyên vê rêxistnê ji destpêkê de li gel berjewendiyên rijêma Esed guncayî ne.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê got ku rêxistina terorîst ya Daiş di hembêza dezgehên ewlekarî yên rijêma Esed û rijêma Melayan de mezin bû, û ew kujertirîn amûra wan bû li dijî şoreşê û kuştina serkirdeyên wê, bi taybetî yên ku ji artêşê veqetiyane, û got ku rêxistin hîn jî li deverên di bin kontrola milîsên PYDe yên terorîst de asankariyên pêwîst bo jiyan û veguhestinê dibîne, û ji wir de çalakiyên terorîstî li dijî Sûriyan pêk tîne.
Û Rahmê bal kişand ser girîngiya hevkariya berdewam di navbera Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Artêşa Tirkiyê de di şopandina şaneyên vê rêxistinê û rêxistinên mîna wê yên ku ji bo têkdana ewlehî û aramiya deverên rizgarkirî dixebitin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî