Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî, Ednan Rehmon, tekez kir ku rapora dawîn ya Komîteya Netewên Yekbûyî bo lêpirsînê derbarê Sûriyê, metirsiya vegerandina penaberên Sûrî ji aliyê çi dewletên ku ew lê dijîn ve be diyar dike, ji ber ku raporê tekez kiriye ku asta tundiya dijî sivîlan bilnd bûye, û li gor raporê Sûriya ne welatekî amade ye bo vegera ewle û rûmetdar bo penaber û derbideran.
Û di raporê de hat ku tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê û binpêkirina mafên mirovan yên sereke dermafê Sûriyan hîn berdewam in, ew jî dihêle ku pir dijwar be ji Sûriyan re ku cîgehekî ewle û aram bibînin, ji ber berdewamiya bûyerên girtina kotekî ji aliyê rijêmê ve, û operasyonên êşkencekirinê yên ku pirê caran dighêjin kuştinê.
Û Karsparteyê Saziya Navdewletî, Hanî Meclî, got ku di heyvên dawiyê de dorpêçkirin û tektîkên mîna dorpêçkirinê bi awayekî tund vegeriyan parêzgehên wek Deraa û Qinêtirê, û got ku tirajîdî li ber çavê me li Deraa Elbeled diyar dibe.
Û Ednan Rehmon tekezî li ser giringiya raporên wiha di piştgiriya sizadan û lêpirsînên di pêşerojê de kir, û cext kir ku vegera penaberan bo Sûriyê di dema pêkanîna tawanên berdewam de ji aliyê rijêmê û piştgirên wê ve pir dijwar e.
Û Rehmon tekez kir ku Komisyona Bilind ya Karûbarê Penaberan berpisyariyê di ber cîbicîkirina pîvanên navdewletî bo ewlehiya penaberan û parastina wan heyanî dema vegera wan bi rengekî ewle û ji def xwe ve hildigre.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî