Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, U’qab Yihya tekez kir ku rejîma Esed hêjî beşdariya di prosesa siyasî de bi şêweyek rastî red dike, tevlî pêkanîna binpêkirinan bi topbarankirina deverên rizgarkirî û girtin û îşkencedana sivîlan heta jiyana xwe jidest didin.
Yihya îro roja sêşemê, di weşaneke zindî de li ser rûpela Hevbendiya Niştimanî ya “Facebook”ê got ku sistiya navnetewî di serederiya bi tawanên rejîma Esed re, yek ji sedemên sereke ye yên dihêlin rejîm li ser heman rêbaza xwe ya leşkerî ya xwîndar bimîne, û tekez kir ku cîbicîkirina biryarên navnetewî û bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û Biryara 2254, riya bi tenê ye ji bo rizgarkirina Sûriyê.
Û got ku: “Rejîm ti çareseriya siyasî qebûl nake, û bersiva daxwazên gelê Sûriyê nade, yên ku di destpêkê de di asta xwe herî kêm de bûn”, û berprsiyariya wêrankirin û bobelata li Sûriyê bi temamî û berdewamiya kuştinê xist stûyê rejîmê, û got: “Esed qebûlkirina biçûktirîn dawazên gelê Sûriyê bi destpêka dawiya rejîma xwe dibîne”.
Û bi xurtî dubarekirina binpêkirinên hêzên rejîmê û milîsên terorîst ên Îranê ji peymana Idlibê re şermezar kirin, û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî berdewam e ligel Tirkiyê ya gerantor ji bo parastina peymana Idlibê, û diyar kir ku li Enqera tekeziyê li ser parastina welatiyên sivîl li bakurê Sûriyê dike.
Wî got, ku êrîşên leşkerî yek ji amûrên ku rejêm bikar tîne ji bo peydakirina ajawegeriyê û wendakirina her mafekî siyasî, weke ya niha li hember pêvajoya destpêkirina Komîsyona Makezagonê dibe.
Endamê desteya siyasî bal kişand ku raportên mafê mirovan hîn jî bi dehan bûyerên girtinê yên bi awayekî rojane li dijî sivîlan belge dikin, ku niyazên rejîmê yên veşartî li dijî opozisyonê têne şopandin û got: “kiryarên îşkenceyê û kuştina rasterast ya di nava girtîgehê de yek ji amûrên rejêm bikar tîne ji bo jinavbirina şoreşê û kuştina jiyan û rûmeta Sivîlan”.
Wî diyar kir, ku rêjîm gengeşekirina pirsa kesên hatine binçavkirin di her pêvajoyeke gotûbêjan de red dike, û dûpatî li ser pêwîstiya sepandina fişarên mezin li ser rejîmê ji aliyê rêxistinên mafên mirovan yên navnetewî û Netewên Yekbûyî ji bo serbestberdana hemû girtiyên ku di girtîgehên rejîmê de ne kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê