Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd a ji Mihemed Ismail endamê desteya serokatiya Encûmen û Ebdilbasit Hemo cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî û Ebdela Gedo endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê pêk dihat, hevdîtin digel çend diblomasiyên Ewropî û her weha serokatiya Hevbendiya Niştimanî li Istanbulê kir.
Şanda Encûmenê roja sêşembê 11.12.2018 digel birêz Kilîmins Zimîter rawêjkarê bala yê karûbarê Sûrî di wezareta derve ya Elmanî de civiya.
Û şanda Encûmena niştimanî kurdî rewşa encûmenê û giringiya rola wê û nerîna wê ya siyasî ji bo çareserkirina kêşeya kurdî û rastiya derdê miletê Kurd û herêmên kurdî û rewşa nuha ronî kirin.
Û Rawêjkarê qunsolxaneya Almanî tekezî li ser peywendiyên erênî digel Encûmena niştimanî Kurdî û berdewamiya têkiliyan kir, her weha behsa pabendiya Elmanya bi cenga lidijî Daişê û bizava digel Emrîkiyan di warê pêşkêşkirina xizmetên giring bi amanca vegera penaberan bo welatê wan kir, û giringî da hevdîtina şanda Encûmen digel birêz Cîmis Cêfrî şandyarê Emerîkî bo Sûriyê, li Entabê.
Şanda Encûmenê di heman rojê de digel qunsilê Firensî li Istanbulê û berpirsiyarê dosya Sûrî birêz Fabrîs civiya, û dîtina Encûmenê derbarê piraniya kêşeyan şirove kir.
Birêz Fabrîs tekez kir ko Firensa piştgiriya çareseriya siyasî li gora biryarên Netewên Yekgirtî dike, û rêjîmê hêj nikariye di çareseriya siyasî de bigehê, û tundûtûjiyê bikar tîne, û tekez kir ko guhdana Firensa bi komîta destûrê heye, û dibîne ko derketina milîtanên Îranî ji Sûriyê babetekî bingehîn û giring e. Derbarê serdana Birnard Koşnêr bo Amûdê, birêz Fabrîs tekez kir ko ew serdaneke kesînî ye û hayê wezareta derve jê nîn e.
Her weha şanda Encûmenê digel birêz Ebdulrehman Mistefa serokê Hevbendiya Niştimanî civiya û rewşa Encûmena Niştimanî Kurdî û giringiya rola wê û nerîna wê ya siyasî bo çareserkirina kêşeya kurdî û rewşa nuha û komîta destûrê gengeşe kirin.
Birêz Ebdulrehman Mistefer tekezî li ser pabendiya Hevbendiya Niştimanî bi çareseriya siyasî û hevkariya hemû aliyan kir.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştiman/Beşê Kurdî