Hevbendiya Niştimanî, tawana cengê ya çepel a , doh, dijî nexweşxaneya Kefrzêta li Hemayê li ser destê hêzên Esed şermezar kir, ku ev armackirin bû egerê şehîdbûna hin kesan, tevî şehîdbûna Rêveberê Tenduristiya Hemayê Dr. Hesen Ele’irec û birîndarbûna hejmareke din.
Û tekez kir ku hin nîşanên destpêkî hene ku ev êrîş bi awayekî rêkupêk û bi mebest hatiye encamdan, ji bo terorkirina Dr.Hesen; Rêveberê Tenduristiya Parêzgeha Hemayê, ya ser bi Wezareta Saxlemiya Hikûmeta Sûriyê Ya Demkî ve.
Û Hevbendiyê amaje kir ku mebesta rêjîmê ji armanckirina sivîlan, çi kesayetî yan komên sivîlan bin, dibe gefxwarineke rasterast li agirbestê û rêkeftina Rawestandina Karên Dijminkarî, û li dawiyê dibe gefek li ser tevahiya pêvajoya siyasî, ku li ser civaka navdewletî ferz dike ku bi erkê xwe rabe, û her weha berpirsyaretiya têkçûneka çaverêkirî ji pirosêsa siyasî re hilgire.
Jêder: Hvebendî