Hevbendiya Niştimanî Sûrî di daxuyaniya Emîndarê Giştî Nesir Elherîrî de amanckirina Firokên Esed ji Nxweşxana “Bîjîşkiya Nûjen” re li bajarê Meyadîn yê Dêra Zorê û Nexweşxaneya Oryent li Gundewarê Idlibê protesto kir.
Elherîrî dît ko ew Tawankarî”Binpêkirina peymana Cinêv ya taybet bi mafê Mirovan di cengan de ye,” û anî ziman ko”Ev awa bûye rêbazeke istiratîcî Rêjîma Esed wek siyaseteke rêbazkirî li her deverên Sûriyê ji destpêka Şoreşê ve berdewam pêktîne, çimkî bi mebest gelek Dibistan, Mizgeft û Navendên bijîşkî û Embarên hawarçûnê û Malên Niştegehkirî amanc dike”
Emîndarê giştî tekez kir ko Esed di tawankariyên xwe de delîveyê ji bêdengiya Nvdewletî werdigire, ko li dijî Sivîlan û heta bigihê Birîndar û Bijîşkan û wêrankirina cîgehên xizmetên Bijîşkiyê van tewanan dike,” ku hemû Yasayên Mirovî û rewiştên Navdewletî têk şikandine.”
Elherîrî doz kir ji bo” Divê Civaka Navdewletî berpirsiyariya xwe ji bo parastina Sivîlan hilgire û jidil piştgiriya Artêşa Azad bike da şerê Tiroristiya ku Rêjîma Esed nûnerîtiya wê dike bike, û kar bibe ji bo Herêmeke parastinê li Bakurê Sûriyê li gora pêşniyaza Hevbendiyê pêşkêş kiribû dabîn bikin.”
Firokên Esed Nexweşxana “Bîjîşkiya Nûjen” li bajarê Meyadîn li Dêra Zorê amanc kir, di encamê de 12 Kes Şehîd ketin ji nav wan Bijîşkek û hejmarek kes Birîndar bûn, herweha hêzên Esed doh Nexweşxana Oryent li bajarê Kefer Nubil li Gundewarê Idlib amanc kir di encamê de 14 kes hatin kuştin û bidehan kes Birîndar bûn.
Jêder: Hevbendî