Hevbendiya Niştimanî Sûrî doz li bilind-civîna Ewropî ya ji bo têkbirina tirorê ya ku 12ê Sibatê wê lidar bikeve kir bo ” Danîna rêjîma Esed li ser lîsteya rêxistinên tirorî, û lez di gemkirina pilanên wî û ruhakirina cîhanê ji tawanên wî bê kirin” ji ber ew di serê rêxistinên ku ” Tirorê çê dikin û belav dikin” de ye.
Berdevkê Hevbendiyê Salim Elmislit îroj di daxuyaniyeke xwe de got: ” Doseya rejîma Esed di çavdêriya çêkirin û avakirina şaneyên tirorê bi hemû awayên bidestxistî hatiye belgekirin di riya toreyin mafnasî û cîhanî re, û li pêş dagehin navdewletî bedkariyên wî hatine eşkerekirin ji ber tirora rejîmê li ser asta derve pal dida ser bikaranîn û rahênana kesên tundrew di riya dezgehên ewlekariyê di serbazgehên nehînî li deverên Til Koçer û Eyn Elsahib li Sûryayê, û ev nimûneyin ji lîsteyek dirêj in”.
Mislit daxuyaniyên miftiyê rejîma Esed Ehmed Hesûn di bîra cihanê de anîn ku di wan de ev tekez kiribû: ” Hebûna şaneyên razayî bi rejîma Esed ve girêdayî ne û amade ne operasyonên tirorî li dewletên Ewropî û Emirîka pêk bînin” dibe ku mîna operasyona tirorî a dawî li Firensa be, yan mîna kuştina Serokwezîrê Libnanî ê berê Refîq Elherîrî, ku hemû belge destnîşan dikin ku destê Esed bi awayekî rasteqîne tê de heye “.
Mislit paşguhkirina cîhanê ji rola ku rejîma Esed di çêkirina rêxistina ” Daiş” ya tirorist, û hindek ji rêxistinên dî list wisa binav kir” Bi encamin karesatî ne”. herweha tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî hemû ” Operasyonên tirorî ku sivîlan li welatên wan armanc dikin, hewl didin ku şoreşgeran bêdengê bikin, û nerînin siyasî, yan nerîna azad binpê bikin” şermezar kirin, û piştgiriya xwe ji malbatên qurbaniyan re diyar kir.
Hevbendiyê êrîşa tirorî li ser wargeha rojnameya Şarlî Îbdo li Parîsê şermezar kiribû, û piştgiriya xwe ji malbatên qurbaniyan re diyar kiribû. Hêja ye gotinê ku Ehmed Hesûn miftiyê rejîma Esed gef li Ewropa û Emirîka bi operasyonin tirorî di welatên wan de xwaribûn û wisa gotibû: ” Di şeva ku Sûrî were bumbebarankirin, wê her yek ji kurên wê bibin xwekujek li ser xaka Ewropa û Filistîn”. Û zêde kir: ” Ez ji hemû kesên Ewropa û Emirîka re dibêjim eger hûn Sûryayê bumbebaran bikin, em ê xwekujan amade bikin û ew ji niha ve li cem we ne, ji îroj û pê ve çav bi çav e û diran bi diran e, yê destpêker zordartir e, û we zor li me kir”. Û tekez kir:” Yên ku li Firensa, Biritaniya, û Emirîka şehîd bibin wê rastgoyên nû bin “.
Jêder: Hevbendî