Esed duhî roja duşemê, avahiyên nişteciyên sivîlan li taxa Elwe’ir li Himusa dorpêçkirî bi çend rokêtên hawin û tankan bombebaran kir, û ji encama wê du kes şehîd û 11 birîndar ketin, û karmendên bergiriya sivîl bilez bi hawara wan ve çûn, ji bona rizgarkirina wan.
Li aliyek din, hin çalakvanên şoreşê li gundewarê bakurê Himusê bo roja heştan berdewam in di mangirtînê de; wek hevxemiyê bi taxa Elwe’ir ya dorpêçkirî re, herwiha ji bona rakirina dorpêça li ser Elwe’ir û vekirina dergehên mirovî ji xelkên hundur yên dorpêçkirî re.
Di taxa Elwe’ir de zêdetir ji 100 hezar sivîl dijîn, hêzên Esed hemû riyên jiyanê li ser wan girtine, herwiha ligor navendên belegekirinê yên xwecihî, hêzên Esed 26 navçeyên din dorpêç dike, ku bi dehan kes di wan bajarokên dorpêçkirî de ji birçîna mirin ku piraniya miriyan zarok in.
Ji aliyê xwe ve duhî Merwan Hico endamê komîteya yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, guhnedan û xemsariya rêxistinên navdewletî li hember bobilata xelkê dorpêçkirî ji aliyê rêjîma Esed ve -û nemaze baskên NY yên mirovî- şermezar kir, û bi taybetî li Dareya ya li gundewarê şamê û taxa Elwe’ir li Himusê.
Hico tekez kir ku riftara rêxistina NY û seroka nivîsîngeha Dî Mestora , ya bêberpirsyatiya yasayî û mirovî digel vê yekê nayê qebûlkirin, hevdem ku berovajî rola rêxistinên mirovî û yên mafên mirova ye, û berovajî biryarên encûmena ewlekariyê 2165, 2254, û bi taybetî li dijî birgên 12 û 13 û 14, ya ku tekest dike li ser giringiya derbaskirina alîkariyên xwarinê û yên pizîşkî bo navçeyên dorpêçkirî û bê erêkirina rêjîma esed, û vekirina derwazên mirovî ji bona gihandina alîkariyan û ew jî bê erêkirina rêjîmê”.
Herwiha Hico matmayîna xwe hember behaneyên NY diyar kir, dema newergirtina erêkirinê ji rêjîma Esed, ji bona nekarîna xwe ya gihandina alîkariyan dike bihane, û xwe tawandina wê ji çavsoriya rêjîmê û riftarên wê re, û hevdem pirsyar kir “gelo aqil jê digire ku ji tawankar destûrê bixwaze ji bo sivikkirina bandorên tawanên wî”!.
Jêder: Hevbendî