Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca di çavpêketinekê de ligel ajansa Anadol got ku rêjîma Esed “têkçûye û niha dest bi hewleka bê omêd dike bo nexşekirina sînorên dewletoka xwe li pey xema mana li ser desthilatê “, ku Esed kar bi rêxistinên terorîst re kir bo radestkirina navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê bo wan, û li aliyek din hin navçe radestî hêzên Îranê kirin, û piştî kişandina çekên xwe yên giran ji hemû bajaran û vekişandina hêzên xwe ji navçeya başûr, ku niha bitenê di Şama paytex de xwe daye ser hev û di navçeya peravê û di hin navçeyên Hema û Humisê de.
Xoca diyar kir ku rêjîma Esed hewl dide ku rêxistina DAÎŞê bide nîşandan wek bijardeyek cêgir ji xwe re di dema birûxe, ji bona bikaranîna wê wek pelikeke fişara siyasî û bi piştgiriya Rûsiya.
Xoca diyar kir ku li vê dawiyê Tirkiya rêkeftinek dinavbera rêjîma Esed û DAÎŞê aşkere kiriye ku DAÎŞ şer li dijî şoreşgeran bike li şûna şerê rêjîmê, herwiha ku hin zanyarî hatine aşkerekirin derbarê rêkeftinekê di navbera rêjîmê û PYDê de bo radestkirina sînorên bakur piştî pirçekirina wê bi çekên giran.
Xoca amaje kir ku pêwîste hemû pêkhateyên civaka Sûriyê cihê xwe bigirin di qonaxa veguhêz de û pêwîste mafên wan bên misogerkirin, di heman demê de bal kişand ku ENKS beşek sereke ye ji Hevbendiyê, û diyar kir ku PYD bi tena xwe kar dike û ew nûnerayetiya hemû kurdên Sûriyê nake.
Herwiha Xoca diyar kir ku Esed hewl dide danustandinan ji Jinêv bibe Moskoyê ji bona rewakirina gotubêjên Misko, herwiha got ku gotbêjên Misko yên dawiyê têkşikestin ji ber nepişkdariya Hevbendiyê, hevdem tekez kir ku Hevbendî razî nabe bi ti guhertinekê ji daxuyaniya Jinêv re, û pêwîste ku çareseriya Siyasî di Sûriyê li ser binyata daxuyaniya Jinêv û yasayên navdewletî yên pêwendîdar be.
Xoca got ku di çar heyvên bûrî de me nedîtiye ku Eniya Elnisra hewl dabe kontrolkirina rêvebirina navçeyekê bi darê zorê mîna rêxistina DAÎŞ dike di navçeyên kontrolkirina xwe de, ji ber ku piraniya hêzên li Idlibê siyasetek beruvajî siyaseta Elnisra bikar tînin, û got ku hêza Eniya Elnisra bitenê di Idlibê de dimîne û di Helebê de wê nezêdetir ji 300 çekdarî heye, û tekez kir ku Hevbendî Elnisra dibîne rêxistinek terorîst ji ber pêwendiyên wê bi rêxistina Elqa’îdê re, û dazanîn ku hêzên şoreşger car car neçar dibin hevpeymaniyê bi hin aliyan re bikin ji bona dijberiya hêzên Esed di çarçovê pilanên tektîkî de bê hebûna hîç pêwendiyekîê bi Elnisra re. Jêder:Hevbendî