Ibrahîm Biro “Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê “, hebûna niyazeka xwevekişandina ENKS ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê ret kir, û hebûna ENKS di hindur Hevbendiyê de dît di rajeya doza kurdî di Sûriyê de.
Herwiha derbarî lixwegirtina pêşmergeyên rojava ji aliyê ENKSê ve, Biro tekez kir ku niha navçeyên kurdnişîn li Sûriyê pêwîstiya wan bi hêzeke leşkerî ya hevbeş heye, ji ber ku YPG bi tena xwe nikare van navçeyan biparêze, û pêşmergeyên rojava hêzek leşkerî perwerdekirî ye, û ew kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistanê ne, û ew beşek ji hêza leşkerî ya ENKSê ne, hatine meşq û rahênankirin li Herêma Kurdistanê.
Biro got ku di rêkeftina Dihukê de biryar hatiye dan li ser ku hêzek ji ENKS ligel YPG wê mîkanizmekê ji bona damezrandina komîteyeke leşkerî ya hevbeş pêk bînin, ji bona çêkirina hêzeke leşkerî ya hevbeş, lê heger Tev-Dem naxweze pabendiyê bi rêkeftinê bike , wê demê ev mijarek din e.
Jêder:Hevbendî+Welatî.net