Rêjîma Esed ligel Rêkxistina Daişê girêbestek daniye, li gora wê ewê bi sedan malbatên endamên Rêkxistinê û hin şervanên wan yên birîndar ji herêmên Muxeyem Yermûk û Hecer Eleswed yên li başûrê Şamê bibal Reqayê de biguhêzin.
Di daxuyaniyeke Rojnamevanî de, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûrî got:” Di heman çaxê ko firokên Esed û Potîn sivîlan, Nexweşxane û Dibistanan bombebaran dikin, waye hevbendiya wan ya tirorist di bazaran de bi rêkxistina Daişê re li hev dikin û girêbestan datînin, Daişa ko Rûsya dibêje ez ji bo şerê wê hatime.”
Hevbendiyê destnîşan kir ko Xuyaye girêbesta guhastina endamên Rêkxistinê ji başûrê Şamê bibal bajarê Reqayê ve, parek ji hevkariyeke berfireh e, di navbera herdu aliyên ko heman alavên kuştin û tawankariyê der mafê miletê Sûrî bikar tînin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê, hevpeymana kirêt ya navbera Daiş û Esed de pirotesto dike. Û dibîne ko ev têgihaneke di navbera du aliyên tirorist de di bin sîwaneke Rûsî de û ne mumkine ko jibil tawankariyê tu encaman bide.
Hevbendiyê tekeziya xwe nû kir der barê rola rêjîma Esed di piştgiriya rêkxistina Daiş ya tirorist de,û vekirina derfetan li pêşiya wê da geş û berfireh bibe , di dema ku Daiş çêkiriye ji bo derbekê li pişta Artêşa azad bide û navê şoreşa Sûriyê kêm bike.
Hevbendiyê doz li Civaka Navdewletî kir, gerek ew tê bigihê ko aliyê daye pêş , ji bo çareseriya siyasî pêk bîne, Rêjîma Esed û hevalbendên wê, desthilateke tawankar e, tiroristiya dewletê bi awayekî rêbazkirî dike , û peymanan bi rêkxistinên tirorist re datîne , û pişt pê nayê girêdan di pabendiya bi peymanên navdewletî de, û Rûsya jî nabe aliyekî bêlayen, ji ber piştgiriya tawankariya Esed dike, û ew şirîka tiroristiyê ye, û gerek pirotestokirineke xuyanî ji hêla Encûmena Ewlekariyê bibe, û pêrabûnin bikêrhatî hebin, ji bo wê birawestînin û çareseriyeke siyasî misoger bikin.
Jêder: Hevbendî