Nivîsgeha Yasayî Ya Encumena Niştimanî Kurdî li Sûryayê, riftarên çekdarên “PYD” der heqê rahêneran bi tundî şermezar kirin, û dît ku ev yek dijî yasayên navdewletî yên mafê mirovan e, û ev kar salix dan ku ” berdewamî ne ji yên rejîmê re ji hêla binpêkirina Azadiyê û Gemkirina devan û tunekirina nerîna dî”.
Di daxuyaniya nivîsgeha ragihandinê ya Encumenê de hat:” Wek berdewamiyekê ji binpêkirinên çekdarên partiya Yekîtiya Dimuqrat “PYD” yên her car re derheqê Kurd û çalakvanan, di roja 29/11/2015an de li bajarê Girkê Legê çalakvanê ragihandinê Gulal Liyanî binçav kirin, û di roja 22/12/2015an de çalakvanê ragihandinê Amir Murad Xelef binçav kirin, û di roja 26/12/2015an de li bajarê Amûdê çalakvanê ragihandinê Ferîdon Qiço binçav kirin”.
Nivîsgeha yasayî ya Encumena Niştimanî Kurdî ji çekdarên “PYD” xwest ku hemû girtiyan serbest berdin, û dest ji van binpêkirin û destdirêjiyan berdin.
Jêder: Hevbendî