Hêzên Esed û mêlîşiya Hizibulaha terorîst hilmeteke leşkerî mezin birin li ser bajarê Şêx Miskîn li parêzgeha Der’a, di bin sîwana êrîşên esmanî yên firokên Rûsiya dijmin de.
Firokên Rûsiya bi bêhtir ji pêncî caran bajar bombebaran kirin, hevdem digel topbarakirina himbiz bi top û mûşekan.
Hêjayê gotinê ye ku Artêşa Azad karîbû pêşketina hêzên Esed ya piştî du rojan ji hilmetê bi dest xistibû bişkîne, û karîbû piştî şerên giran lîwayê 82 an carek din bitemamî kontirol bike, û gelek ziyanan li rijêmê bike, û bidehan ji hêzên Esed û çeteyên tayifeperist bikuje û birîndar bike.
Jêder:Hevbendî