Burhan Xelyûn Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî, tekez kir ku Rûsya beşdareke sereke bû di çêbûna Daişê de, dema ku rijdî li ser girtina rê li pêş Encumena Ewlehiyê kir, di mijara destwerdanên mirovahî bo parastina sivîlên Sûryayê ji zilm û tirora rejîma Esed, Herweha beşdarî di çêbûna qeyrana penaberan de kir, ku bi melyonan penaberên revyayî ji ber êrîşên bi bermîlên teqîner ber bi dewletên Ewrupî de çûn.
Xelyûn got:” Mosko li gor pilana xwe ya nuha, dixwaze di warê leşkerî de bêhtir destê xwe deyne ser Sûryê, û pişkan li ser dewletên nakokdar li gor nerîn û hevalbendîtiyên navdewletî parve bike, û dûrkirina bandora gelê sûrî ji her tiştê ku dibe û derxistina wî ji şanoyê, di dema ku ziyan tevde li gelê sûriyê ye”.
Û berdewam kir:” Esed yê bav ji berê de ev tişt kiriye, lê cudahî tevlî wilo mezin e di navbera Sûriya serdema bav û ya kur de, ji ber rikeha koletiyê bê veger şkest, û derfet tune ye ku milletê Sûrî vegere koletiya berê, eger Botîn hemû çekên Rûsî bikar bîne”. Hêja ye gotinê ku êrîşên Rûsî ji 90 rojî ve berdewam in.
Xelyûn tekez kir ” Derfet piştî niha ji bo avabûna tu sîstema siyasî ya xurt û desthilatiyek hevgirtî tune ye, bê şikandina ramanên dûrxistina gel ji siyasetê û paşguhkirin û bêlayinkirina wî li Sûryayê “.
Xelyûn herweha tekez kir ” Bedêlê tekane ji rejîma zordariyê û newekheviya regezperest, û dûrxistina gel, ya ku Sûrya di serdema berî şoreşê tê de dijî , û bedêlê jiyana di bin fermandariya Navdewletî de , ew e sîstemeke siyasî Sûrî xwedan bingeheke gelêrî ya berfireh, rejîma milletê azad, ê jibo welatê xwe ji mirinê re amade ye,û dest ji serxwebûn û serweriya xwe bernade, dikare hemû berjewendiyên herêmî bixe bin berjewendiya Sûrî ya bilind ya xwedan yekîtî, serxwebûn, ewlehî, û geşpêdana mirovahî de”.
Xelyûn ji Civaka Navdewletî xwest ku danpêdanê bi mafê milletê Sûrî bike, kar pê re bike bo hêviyên wî yên rewa di rûmet, azadî, û dadweriyê de pêk bîne, û dilê wî berî her tiştî li ser çarenûsa wî bixe cî de.
Xelyûn bal kişand ser:” Eger Rûsiya hêviyên xwe bi zêdekirina tundiyê ve girêdide, bo şikandina vîna milletê Sûrî, û ferzkirna fermandariya Rûsî li ser wan, û avakirina sîstemek sîxur bi Esed re an bêyî Esed, ew berê Sûrî dide gurkirina agir, berfirehkirina şewatan, û dirêjkirina dema şer, ew şerê Rûs û rejîma Esed dijî milletê Sûrî dikin”.
Jêder: ElErebî ElCedîd – Hevbendî