Ji aliyê Nivîsîngeha Raihandina Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê 42 binpêkirinên rêkeftina agirbestê li neh parêzgehên Sûriyê li ser destê Beşar û milîsên Îranê hatine tomarkirin, ku bûn sedema şehîdbûna 12 kesan, jin û zarokek jî di nav wan de hebûn.
Çalakvanan tekez kir ku Rijêm û milîsên hizibulaha terorîst hêjî berdewam in di bombebarankirina bajarok û gundên Wadî Bereda li gundewarê Şamê, û bi taybetî herdu gundên Hisêniyê û E’în Fîcê, herwiha çiyayê Elmidewera û bajarokên Biweydê û Elîs û Elrziyê û Xirbet Elmenasîr û Elziyara li gundewarê Helebê yên başûr, yên bi topxaneyan hatin topbarankirin.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan duhî daxwaza neçarkirina milîsên Îranê û hêzên Bişar ji bo pabendiya bi rêkeftina agirbestê ji Rûsiya kir, û herwiha rê bigire li pêşiya hewlên jinavbirina wê.
Ji aliyek din duhî Firinsa daxwaza rawestandina kiryarên leşkerî li Sûriyê û rêzgirtina agirbestê ji Rûsiya kir, û serokwezîrê Firinsa Birnar Kazînof bo radiyoya “Firans inter” got ku em bi carekî tişta Rûsiya li Sûriyê dike şermezar dikin, û dibe ew yek bibe fakterê berdewamiya şer”, û got: ” em daxwaza destberdana beşdariya di kiryarên leşkerî yên kujer Ji Rûsiya dikin “, bê destnîşankirina kiryaran.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê