Roja duşemê Hêzên Rêjîma Esed kampaniyeke girtinê pêkanî û têde bidehên kesan li taxên Qamişlo û gundewarê wê girtine, bi amanca birina wan ji bo leşkeriya neçar.
Jêderan li Qamişlo tekez kir ko rêbendên rêjîmê li çend taxên hindirê Qamişlo û bi dehan gundê başûr û başûrê rojhilat, bi dehên xortan girtin û ew birin leşkeriya neçar.
Kampaniyê nifşek mezin dabû ber xwe, û kesên navbera 18 heta digihê 45salan birine.
Ev kampaniya rêjîmê piştî çend rojan ji kampaniyeke wek wê ya PYD bû, ya ko bi sedan li herêmê bi giştî girtin, û ew xistin leşkergehan ji bo wan bibin leşkeriya neçar ya PYD.
Jêder: Rojava News