Rikberekî rijêma Îranê got ku hejmara çekdarên milîsên terorîst yên Îranî li Heleb û dorubera wê digehêje 25 hezar çekdarî, û bal kişand ku serbazgeha “Şêx Necar” mezintirîn serbazgeha çekdarên Îranî ye li Helebê.
“Şahîn Qubadî’ berdevkê bergiriya Îranê di daxuyaniyekê de bo tora “Şam ya Nûçegerî diyar kir ku çekdarên Îranê li ser taxên rojhilat yên Helebê dabeş dibin û ew tax ev in “Elşe’ar, avahiyên Henano, Elheyderiyê, Elmircê, Elsaxûr, û Elmeşhed”, tevî li nav navçeya Paşkoyê li gundewarê bakurê Helebê, li gor axaftîna wî ku ew niha xwe amade dikin bo pêkanîna hilmeteka êrîşên leşkerî li ser bajarokê Beyanûn.
Qubadî got ku kesek bi navê”Elî”serpirştiya komîteya ewlekariyê ya hêzên dagîrkar li bajarê Helebê dike, û ew nûnerê fermandarê hêza pasdarên Îranê Cewad Xefarî li Sûriyê ye.
Û “Qubadî” cihên komkirina milîsên Îranê li Helebê şirove kir, û got ku hêzên “Elencba” li navçeya Şêx Sa’îd û li Şêx Necar bicih dibe, û bizava Elibdal ku hejmara wê digehêje 1300 çekdaran bi serpirştiya “Ebû Fidik” li serbazgeha “Şêx Necar” bicih dibe, û tabûrên îmam Elî yên Îraqê du baregeh hene yek li serbazgeha akdîmisyonê ye li rojavayê Helebê û baregeha din di hindur bajêr de ye, û milîtanên hizibulaha terorîst derwazgeha Elramûsê û tewerê Elezêziyê kontrol dikin.
Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê û desteya bilind ya danustandinan ,roja înê, daxwaza gemkirina hewlên ku dibin ji bona têkbirina rêkeftina agirbestê ji aliyê Rijêmê û Îranê û milîsên wê kiribû, ku her ji yekemîn roja agirbestê de agirbest hat binpêkirin, nemaze li gundewarê Helebê yê hêla başûr û li Wadî Bereda li Xûta rojhilat ya Şamê.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê