Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Salim Elmislit, daxwaz kir ko çarenivîsa hemû Girtî û windayên kotekî û yên di binê avahiyên ewlekariya Rêjîma Esed hatine veşartin bête diyarkirin. Hem tekez kir ko ev dosya ha û yên tawankarî yên din, radestî Dadgeha Tawankariyên Navdewletî bibin, her wiha bizav bibe ji bo dosya Girtiyan bibe dergehek û pêşindeyek ji bo çi operasiyona siyasî ya çaverêkirî.
Rêkxistina Hiyûmen Rayitis Wotiş di raporteke nû de bi navûnîşanê “Eger Mirî bipeyivin”diyar kir : mirinên komel û êşkence di zindanên Sûriyê de “ bi hezaran wêne ji Girtiyên ko di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane derketine “nîşanin diyar in” li ser pêrabûna bi tawankariyên li dijî mirovantiyê li gora di raportekê de roja çarşenbê ragihandiye.
Ev raporta ko Rêkxistinê derêxistiye palê dibe ser vekolînên bi berdewamiya neh mehan, li ser 28hezar wêneyên kesên ko jiyana xwe jidest dane, yên bi destê wênekêşekî di polîsên leşkerî de yên bi navê Qeyser hatine kêşan, piştî reva wî ji Sûriyê di temûza 2013an de, û aşkere kanûna duyem sala 2014an, yekem car hatine belav kirin
Rêkxistinê di raporta xwe de ya ji 90 rûpelî pêk tê ragihand ko ew wêne bi kêmî 6786 Girtiyên ko di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane an li Girtîgehan an li Nexweşxanên leşkerî ko ew hatine veguhastin diyar dike. Piştî ko ew li pênc şaxên dezgeha ewlekariya Sûriyê li Şamê
hatine girtin.
Raportê gotina cîgirê fermanberê cîbicîkirinê yê beşê Rojhilata navîn û bakurê Efrîka birêz Nedîm Hûrî guhast ya têde got: me vekolîn di dehên rewş û dîdeyan de bi hûrbînî kiriye, û em bawer in ko wêneyên Qeyser nîşanin belgehkirî li ser tawankariyên li dijî mirovatiyî pêşkêş dikin.
Hûrî got: ev wêne kesina ji zarok an mêr an şêrînên ber dilê merivên xwe diyar dikin, mirov û hezkerên wan meh û salan li wan geriyane.
Bê guman ew kesên di wêneyên keyser derketine, hatine êşkencekirin û birçî bûne û lêdan pir dîtine û diyar kir ko ev wêne hinek ji bihezaran kes in, ko di zindanên Rîjîma Esed de heman çarenivîsê dibînin.
Rêkxistinê di raporta xwe de ji dewletên ko wê ji bo danûstandinên aştiya Sûriyê li hev bicivin daxwaz kir ko pêşindeya mijaran bidim mijara bihezaraên Girtiyan û got: berpirsiyariyeke taybet di sukra Rûsya û Îranê de ye, yên ko piştgiriya Esed dikin, da fişarê bidin ser û bihêle Çavdêrên rêkxistinên navdewletî biçin hemû Girtîgehan û rewşê ji nêz ve bişopînin.
Jêder: Hevbendî