Encûmena Cîgirên Emerîkî reşbeleka biryarekê li ser ferzkirina sizayên darayî li ser milîtanên Hizbullaha tirorist avêt dengdanê , ew reşbelek bi erêkirina 422 Cîgiran hat pejirandin, bê ko kes nepejirîne, anko maye imzekirina serokê Emrîka birêz Barak Obama da biryar cîbicî bibe.
Encûmena Kalemêrên Emerîkî reşbeleka biryarê berî mehekê di 17.11.2015an pejirandibû, televizyona Menar jî dikeve ber sizayên wê yên li ser Hizbullah tevlî dezgehên piştgiriya wan dikin.
û Yasa serokê Emerîkî pabend dike ko pêrabûnên pêdivî bike da sizayan bide ser dezgehên darayî yên biyanî yên ko danûstandinê bi hizbullaha tirorist re dikin.
Milîtanên hizbullah ko li ser lîsteya tiroristiya cîhanî ne,hatin nirxandin wek xurtirîn piştgiriyê ji Rêjîma Esed re li Sûriyê dikin, gelek kuştar di derheqê miletê Sûrî de kirine, û di têkbirina Şoreşa Sûriyê de ya Adara 2011an dest pê kiriye beşdar bûye.
Jêder: Enadol