Salim Elmislit berdevkê Hevbendiya Niştimanî “Nerêniya dewletan di danûstandina bi qeyrana mirovî ya Sûriyê re rexne kir”û got: “derengiya navdewletî di piştgiriya Sûriyan de ji wêranî û tevlîheviyê pêve li pey xwe nahêle û deriyan li ber zêdebûna tiroristiya di bin kontrola Rêjîma Esed de vedike.”
Daxuyaniya Elmislit piştî êrîşên asmanî yên Firokên Esed li ser Reqayê hat, ko bidehên bêgunehan ji pênc rojan û virde kuştin. Herweha Nesir Elherîrî Emîndarê Giştî got “bêdengiya Hevpeymana Navdewletî li ser evan kuştar û serjêkirinên li Reqayê û cihên din dibin, pejirandina tawankariyên Esed dermafê Sivîlan de ye, û xortan ber bi tundrewiyê de dehf dide û dibe sedema ko Herêm berbi bobelatan ve here.”
Herweha Burhan Xelyûn Endamê Hevbendiya Niştimanî salixê êrîşan bi “tawankarî ne” da û got: ”eger istiratîciya Hevpeymana Navnetewî ew be ku rê li ber Daişê bigire, bê ko dest bide Rêjîma tirorist ya Esed, yê ko li Şamê li ser sînga miletê Sûrî rûniştiye, bêçare ber bi parvekirina kar ve diçe, Hevpeymanî dê Daişê bombebaran bike, û Rêjîm miletê Sûrî yê şoreşvanan bombebaran û siza bike bê ko ji çi tiştî bitirse.
Hevpeymana Navdewletî berpirsiyariya kuştara nû hildigire, ya ko siyaseta wê ya lawaz tekez dike, herweha aşkere dike ko hevrêziyek di ketwariyê de di nav wan û rijêmê de heye, çimkî istiratîciya Hevpeymanê handana Esed dike da çareseriya leşkerî berdewam bike.”
Xelyûn berpirsiyarî da ser milê Emîndarê giştî û Encûmena Asayişê” ko kuştarên li Reqayê û Xûta Şamê “ bi sedema ku li pêşiya tawankariyan destgirêdayî dimînin, gerek sînorek jê re danîbana û biryara rawestandina bermîlên teqîner cîbicî kiribana, ya ku esed tu nirx pê neda, tiştê ko li Reqa û li bajarên Sûriyê çê dibe, li Xûta Şamê û Helebê û bajarên Horanê û li cezîrê û Idlib û Hema û Humsê, ew encameke xwezayî ye ji destjêberdana civaka navdewletî li ser serê wan Netewên Yekbûyî û Emîndarê wê yê giştî ji siyaset û rewiştan, û bi tevayî ew radestî tundiyê bûne.
Û tiştek ewê ranawestîne. Eger civaka navdewletî rola xwe venegerîne û berpirsiyariyên xwe hilnegire, berî ko rêkxistina navdewletî rastî û rûmeta xwe winda bike.”
Jêder: Hevbendî