Rêvebiriya Belgekirina Binpêkiran û Mafên Mirovan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, komxebatek mafnasî di bin navnîşana “Rêyên Piştgiriya Doseya Girtî û Binçavkiriyên Kotekî li Sûriyê – Berve Mîkanîzmeke Navdewletî ya Serbixwe ya Kartêker” li baregeha Hikûmetê li deverên rizgarkirî li dar xist.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa, Rêveberê Belgekirina Binpêkiran û Mafên Mirovan di hikûmetê de, Sendîkaya Parêzerên Azad, nûnerê Encûmena Parêzgeha Heleba Azad , Encumenên xwecihî, Komela Jinên ji girtinê Rizgar bûne, Saziyên Sivîl, nûnerên malbatên girtiyan û çalakvanin mafnas di komxebatê de amade bûn.
Û di komxebatê de behsa gelek xalên girêdayî tawanên girtina kotekî û windakirina bi zorê li Sûriyê û kiryar û rêbazên rêjîma Esed ya tawankar û kêmasiyên herî diyar ên niha di hewlên piştgiriya dosya girtin û windakirina bi zorê de li Sûriyê û çareseriyên herî berbiçav gotûbêj kirin.
Û armanca komxebatê ew e ku nêrînek hevbeş di navbera çalakiyên sivîl û Hikûmeta Sûrî ya Demkî de li ser awayên avakirina mîkanîzmayeke navdewletî ya serbixwe ava bibe, her weha kartêkerkirina rola wan di rûbirûbûna erkê diyarkirina çarenûsa kesên bi darê zorê hatine revandin de, daku girtiyan serbest berdin û piştgiriyê bidin rêya dadmendiyê li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî