Endamê Hevbendiya Niştimanî Zekeriya Melahifcî û xanim Rewa Elisfor Endama Rêvebiriya Karûbarê Penaberên Sûrî di Hevbendiya Niştimanî de, bi serdaneke meydanî bo Kombenda Koçberên Filestînî li bakurê sûriyê rabûn, û bi hev re li ser belavbûna penaberên filestînî li bakurê sûriyê û astengiyên ku rastî wan tên axivîn.
Û di hevdîtina ku behsa derdeseriyên koçberên filestînî yên sûrî û rewşa dijwar ya ku têde li kampên bakurê sûriyê dijîn hat kirin, Hevrêzkarê Komeleya Mesîr ya Filestîniyên Sûriyê birêz Eymen Ebo Haşim amade bû.
Û Melahifcî pesna karê Kombenda Koçberên Filestînî di rêxistinkirina rewşa penaberan de û belgekirina kaxezên wan yên sivîl de û çareserkirina pirsgirêkên wan û lidarxistina çalakiyên rewşenbîrî li Navenda Kombendê li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê da.
Û tê zanîn ku filestîniyên sûrî li bakurê sûriyê ji xelkê kampên Yermok û Deraa û Henderat û Xan Elşîh in, û ew ji xelkên ku ji destpêkê de beşdarî di şoreşa sûriyê dijî rijêma tewanbar kirine ne, û ji destpêka şoreşê de zêdetir ji çar hezar kesên filestînî li ser destê hêzên rijêmê û Îranê şehîd ketine, û ta niha derdora 1800 filestînî di zîndanên rijêmê de ne, û di nav de ne kêmtir ji 100 kesî jin in.
Û filestînî rastî koçberkirinê piştî operasyonên dorpêçkirin û komelkujiyên li pey hev ji aliyê hêzên Esed û milîsên Îranî hatin, û îro li bakurê sûriyê di rewşeke jiyana aboriya dijwar de dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî