Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty) duh Înê, daxwaz ji desthilatên Libnanî kir ku pilanên xwe yên vegerandina komî ya penaberên Sûrî bo welatê wan rawestîne, û cext kir ku divê vegera penaberan li ser bingeha razîbûna wan be.
Û Cîgira Rêveberê Ofîsa Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di Amnesty de Diyana Semaan got: “Desthilatên Libnanî di warê berfirehkirina çarçoveya pirojeya bi navê vegera ji dev xwe de kar dikin, û ew plan ji 4 salan de heye, di demekê de ku penaberên Sûrî li Libnanê neazad in di biryara xwe ya derbarê vegerê de.”
Û Samaan got ” Di dema ku desthilatdarên Libnanê xwîngerm in di hêsandîtina vegerandinê de, ew bi zanebûn penaberên Sûrî dixe bin metirsiya şêweyên tund ên binpêkirin û çewisandinê dema ku vegerin Sûriyê.”
Û Semaan ji dewleta Libnanî xwest ku ” rêzê li erkên xwe yên li gorî yasayên navdewletî bigire, û planên xwe yên vegerandina bi komî ya penaberên Sûrî rawestîne”, û ji civaka navdewletî xwest ku “piştgiriya zêdetir ji milyonek penaberên Sûrî li Libnanê di dema aloziya aborî ya li welêt de berdewam bike, ji bo ku rê li pêş operasyonên vegera ne ewle bigre”.
Û saziya navdewletî di daxwiyaniya xwe de, bal kişand ser ku “Yasaya navneteweyî vegerandina kotekî ya ku dema dewlet rêyên nerasterast bikar tînin ji bo neçarkirina kesan li ser vegera cîhên xwe yên ku dê têde rastî metirsiya binpêkirinên giran ên mafên mirovan bên, qedexe dike.”
Û Rêxistinê amaje bi wê yekê kir ku “ji bo vegerandina penaberan bo welatên wan bi rastî ji ber xwe ve be, divê ew li ser bingeha razîbûna wan be, lê şert û mercên zehmet li Libnanê gumanê çêdikin derbarê azadbûna penaberên Sûrî di dana biryarê de”.
Û Rêxistina navdewletî tekez kir ku wê “berê belge kiriye ku çawa penaberên Sûrî rastî îşkence, tundûtûjiya sêksî, binçavkirina kotekî û girtina bi darê zorê piştî vegera wan bo malên xwe hatine” û daxwiyaniyê anî ziman ku “yên ku di destpêkê de ji Sûriyê derketine rastî metirsiyeke mezin a tolhildanê piştî vegerê tên, ji ber nerînên wan ên siyasî, yan jî weke sizakirinê ji ber ku ji welêt reviyane.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî