• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Saturday, 27 May , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Rêxistinên Mafên Mirovan Daxwaza Dadpirsînê bi Berpirsên di Ber Mirina Penaberekî Sûrî li Libnanê di Bin Îşkencê de Dikin

September 27, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Rêxistinên Mafên Mirovan Daxwaza Dadpirsînê bi Berpirsên di Ber Mirina Penaberekî Sûrî li Libnanê di Bin Îşkencê de Dikin

Saziyûn mafnasî “Human Rights Watch”, “Ajanda Yasayî”, “Saziya Lêborînê ya Navdewletî”  û “Mina ya Mafên Mirovan”, bang li desthilatên dadwerî yên Libnanê kirin ku endam û efserên hêzên ewlekarîyê, yên ku gilî li wan bûye ku penaberekî Sûrî îşkence kirine û ji ber îşkenceyê canê xwe ji dest daye, têxin bin dadpirsînê de.

Û ev yek hat piştî raporên dibêjin ku endamên yek ji amûrên istixbaratê yên Libnanî (Ewlekariya Dewletê) penaberê Sûrî yê bi navê Beşar Ebdilsiûd yê 30 salî îşkence kiriye, piştî girtina wî di 30ê tebaxa 2022an de, û di 31ê tebaxê de ji ber birînên xwe canê xwe ji dest daye.

Û berpirsa dadgehkirina stratejîk di Ajenda Yasayî de Geyda Frenciyê, got ku mirina Elsiud dema ku ew ji aliyê ewlekariya dewletê ve hatibû girtin, hewcedarî dadpirsîneke berfireh û dadane li pêş dadweriya tawanan a asayî ye, ji ber ku dadweriya leşkerî nikare dadmendiyê ji malbata wî re dabîn bike.

Û Rêxistinên Mafên Mirovan bal kişandin ser ku tevî ku komîserê hikûmetê li bal dadgeha leşkerî (dozgerê giştî yê leşkerî) dadwer Fadî Ekîkî, biryara girtina efserekî Ewlekariya Dewletê û 3 endamên din da, û bi gunehê îşkenceyê ew tawanbar kirin û ew berve Dadwerê Lêkolînê yê Leşkerî veguhestin, lê dadgeha leşkerî li Libnanê ne serbixwe ye, ji be ku dadwerên ku ji hêla Wezîrê Berevaniyê ve têne destnîşankirin têde hene.

Û rêxistinan gotin ku piraniya dadwerên dadgehên leşkerî efserên dezgehên leşkerî û ewlekariyê ne, û ji wan re ne merc e ku dadwer xwediyê bawernameya yasayî bin an  perwerdehiya yasayî kiribin, û got ku rêxistinên mafên mirovan û alavên medyayê nikarin wan dadgehkirinanan bişopînin, bêyî destûra pêşwext ji dadwerê ku serokatiya dadgehên leşkerî dike, û yasaya Dadweriya Leşkerî rê nade qurbaniyan ku aliyek bin di dadgehkirinê de.

Û Rêxistinan cext kirin ku dadweriya dadgehên sizadanê yên asayî bo giliyên îşkenceyê garantiyek bingehîn e ji bo mafdana bi dadmendî ji qurbaniyên tawanan re li gorî yasayên navdewletî, wek îşkence û binpêkirina mafên mirovan.

Û Rêxistinên Mafên Mirovan bang li rayedarên Libnanê kirin ku bi awayekî cidî lêpirsînê der barê giliyên tawanên îşkencekirinê bikin, û rêzê li desthilata dadgeha dadwerî di wê derbarê de bigirin, û daxwaz ji Dozgerê Giştî û Komîserê Hikûmetê li bal Dadgeha Leşkerî û Dadwera lêpirsînê ya leşkerî kirin ku dosya lêpirsînê derbarê mirina Elsiud radestî dadweriya taybetmend bikin.

Û Endamê Desteya Siyasî û Rêveberê Ofîsa Karûbarê Penaberan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Selîm Idrîs, xweşhaliya xwe bi daxwiyaniya rêxistinan anî ziman, û tekezî li ser pêwîstiya sizakirina kesên ku bi awayekî rasterast di ber vê tawana hovane de berpisyarin kir, û xwest ku kar li ser misogerkirina ku ev tişt careke din rûnede bibe, nemaze di dema hebûna bi sedan girtiyên Sûrî di zindanên Libnanê de.

Û Idrîs got ku operisyonên îşkencekirinê yên dubare der mafê girtiyan di zindanên Libnanê de, hewcedarî tevgereke navdewletî ye ji bo rawestandina binpêkirinên berdewam dermafê wan girtiyan, û bal kişand ser ku operasyonên girtina sûriyan nayên têgihiştin û ne li gorî pîvanên navdewletî yên mafên mirovan in, ji ber ku di rêya milîsên terorîst yên Hizbullah an jî amûrên ku di bin kontrola van milîsan de ne pêk tên.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Derbarê Yazdehemîn Salvegera Komkujiya Elholê li Humsê

May 25, 2023
Desteya Siyasî Behsa Bijardeyên Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî di Rûbirûbûna Normalkirina Têkliyên Erebî li Gel Rijêma Esed Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Behsa Bijardeyên Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî di Rûbirûbûna Normalkirina Têkliyên Erebî li Gel Rijêma Esed Dike

May 25, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.8k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Behsa Bijardeyên Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî di Rûbirûbûna Normalkirina Têkliyên Erebî li Gel Rijêma Esed Dike

Hevbendiya Niştimanî Berdewamiya Revandina Zarokan ji Aliyê Milîsên PYDe yên Terorîst ve Şermezar Dike

Eletasî: Sûriya di Serdema Rijêma Beşar Esed de di Nav Dewletên Herî Wêrankirî di Cîhanê de ye

Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Rapora Karê Xwe li Pêşiya Desteya Siyasî Pêşkêş Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.