Hin deste û rêxistinên mirovî, bangên lezgîn ji bo alîkariya kesên ku ji erdheja li bakurê Sûriyê zirar dîtine şandin, di heman demê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di nav şert û mercên pir dijwar de berdewam in, piştî derbasbûna 75 demijmêran di ser erdheja tund ya ku li herêmê daye re.
Û Rêvebira Herêmî ya Desteya Hawarçûnê ya Mirovî ya Navdewletî, Huda Eletasî, got ku bakurê Sûriyê di karesateke mirovî de dijî, û xelkê deverê wek vê derdeseriyê di salên şerê rijêma Esed li dijî gelê Sûriyê de jî nedîtine.
Û Eletasî diyar kir ku hejmara tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku niha tevdigerin têra rûbirûbûna karesatê nake, û daxwaza şandina alav û amûrên pêwîst ên bêhtir kir, û bal kişand ser wê yekê ku ta vê katê texmînên rasteqîn derbarê hejmara windayên di bin kavilan de tunene.
Û berpisyara alîkariyê, matmayîna xwe ji bêdengî û bêçalakbûna navdewletî derbarê şandina alîkariyan ji bo herêmên ziyan ji erdheja ku li bakurê sûriyê qewimiye dîtine anî ziman.
Ji aliyekî din ve, Serokê Saziya Alîkariya Mirovî ya Tirkiyê Bulent Yildirim, bang li cîhanê kir ji bo pêwîstiya rizgarkirina bihezaran Sûriyên di bin kavilan de mane.
Û Yildirim got: “Sûriyê ji bîr nekin” û bal kişand ser ku sûrî ji 12 salan de zehmetiyê dikşînin, û ji ber erdheja wêranker êşên wan niha dutaq bûne, û diyar kir ku pêwîstiya lezgîn bi şandina alîkariyên zêdetir heye, ji bo yên ku bandora erdheja li bakurê Sûriyê li wan bûye kirin.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî diyar kir ku hejmara kuştiyên erdheja îro li bakurê rojavayê Sûriyê gihîşte zêdetir ji 1900 kuştî û zêdetir ji 2950 birîndarî, û tê pêşbînîkirin ku jimara kuştiyan gelekî zêde bibe, bi sedema hebûna bisedên malbatan di bin avahî û xaniyên wêrankirî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî