Firokên Esed û Rûsiya îro piştî nîvro û di êrîşekê de li ser komeke xwendingeh û bazargeheka gelêrî li bajarê Has li gundewarê Idlibê, rabûn bikaranîna mûşekên bihêzteqîn yên bi pareşotan hatin avêtin, ku bûn sedema şehîdbûna 26 kesan bi kêmayî, ku piraniya wan xwendekar û wanebêj bûn, tevî birîndarbûna hejmarek ji kesên din.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, got ku hewlên Rijêmê û Rûsiya bi awayekî rêk û pêk û bimebest berdewam in di armanckirina navendên xizmetgozarî de, ku ev yek tekez dike ku hin hewl hene bo zêdekirina kiryarên kuştinê bi armanca lawazkirina şoreşgeran û neçarkirina wan li ser erêkirina agirbestan ji derveyî çarçoveya piroseya siyasî.
Hevbendiya Niştimanî bi tundî ev tawan şermezar kir, û dît rijdiya NY li ser roleke neberpirs li hember van tawanan, yekser dibe fakter ji berdewamiya kuştin û bombebarankirinê re li Sûriyê.
Hevbendiyê di daxuyaniyek pêştir de gotibû ku “nabe NY bêrol û bêdeng be li hember tawanên Rijêmê û Rûsiya û Îranê, û em ji sikirtêrê nû yê NY daxwaz dikin ku carek din helwesta NY li hember bûyerên Sûriyê û helwesta nûnrên xwe hûrbîn bike”.
Jêder: Hevbendî