Semîra Mesalima cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, da xuyakirin ku şanda gelê Sûriyê nerînek giştgîr ji bo qûnaxa veguhêz û pirosêsa veguhestina siyasî amade kiriye, û tekezî li ser piransîbên şoreşê bi çêkirina desteyeke desthilata veguhêz bi hemî karûbaran kir
Û Mesalima di daxuyaniyeke taybet de ji Cinêvê wiha jî got: nerîna şanda şoreşa Sûrî ketwara Sûrî bikarîn dike ji bo danîna destûreke nû û çêkirina hilbijartinin giştî, û tekez kir ku ev nerîn me li ser riya rastiyê datîne ji bo avakirina Sûriya nû ya ku ji hemî pêkhateyên gelê Sûriyê re mafên wekheviyê dabîn dike .
Cîgira serokê Hevbendiyê nîşan da ku şanda danûstandinan bi cidiyet derbarê pirosêsa danûstandinan kar kiriye, ji ber ku ew xwe berpirsiyar dibîne di ber gelê Sûriyê de ji bo pêkanîna hêviyên wî di azadî û dewletek dîmoqrat de, ya ku serdema diktatoriyet û sitemkariyê bi dawî bike.
Mesalima tekezî kir li ser ku şandeya bilind ya danûstandinan hêza xwe ji tevgera sivîl ya rasetyeqîne ya ku di dema danûstandinan de geş bû stendiye, ji ber ku ew tevgera sivîl derbirîna berdewamiya şoreşê û piştgiriya pirosêsa danûstandinan ya ku dadweriya veguhêz û sizakirina berpirsyarên tewanên cengê bû.
Jêder:Hevbendî