Encûmena xwecihî ya bajarê Helebê pêşangeheke tîpên Erebî û neqşên Îslamî duhî di baregeha Encûmenê de ji karê hunermend û xweşnivîs Ebdulsetar Wazin hat lidarxistin, ku têde çendîn tabloyên hunerî hatin daleqandin, ku li ser wan gotinên nemiran bi sercem coreyên tîpên Erebî hatibûn nivîsandin, bi neqşên hunerî yên qeşeng hatibûn perwaz kirin.
Ku Helebê tevî hemû wêrankarî û kavilkirinê ya ji encamê bombebarankirina hovane ya hêzên Esed li ser, tev weha jî dupat kir ku bajarê şaristanî û huner û wêjeyê ye, herwek di dirêjahiya dîrokê de, û hêjayê gotinê ye ku Encûmena xwecihiya bajêr yekem saziya şoreşê ya helbijartî ye, û ew wek desthilatek xwecihî ya bajêr e ji Heleba rizgarkirî re, û ji 25 endamên helbijartî pêk tê, hatin helbijartin ji desteyeke giştî ji 137 endaman ku nûneratiya desteyên zanistî û pêşeyî û 63 encûmenên taxan û deste û kombendên şoreşgerî û serbixweyan dikin.
Jêder: Hevbendî