Bi ruxandina rejîmê û reva Beşar Esed bo Rûsiya, şoreşgeran dest bi rizgarkirina girtiyan li hemû girtîgehên Sûriyê kirin, bi taybetî zindana Sednaya ya navdar li gundewarê Şamê, û derfet dan wan da bighêjin malbat û hezkirên xwe, û dest bi jiyaneke nû ya bê stemkarî bikin.
Vîdyoyên ku li ser torên civakî belav bûne, serbestberdana girtiyan bi taybetî jin û zarok di rewşeke cihê matmayîn û kêfxweşiyê de, her weha dîmenên din ku rewşa xirab a zindanan û alavên îdam û îşkencekirinê nîşan didin, diyar kirin.
Dîmenin ji Girtîgeha Saydnaya odeya kontrolê diyar dikin, ya ku tê de gelek ekranên ku di riya wan re girtiyên girtîgehê sertaserê rojê temaşe dikin.
“Seydnaya” yek ji “cihên herî razdar li cîhanê ye” û navê wê her tim “tirsê dixe dilê Sûriyan de”, Hevbendiya Niştimanî daxwaza destwerdana bi lezgînî ji welatên dost û bira wek Turkiye û Amerîka kir ji bo rizgarkirina girtiyên ku di zindana Seydnaya ya tirsnak de asê mane, û piştrast bibin ku di hundurê girtîgehê de jûreyên veşartî tune ne, û texmîna hebûna girtîgehên veşartî heye li seranserê paytextê ku bi hezaran girtî tê de hene.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ko tîmên berevaniya sivîl berdewam in di lêgerînê de, lê pêwîstiya wan bi piştgiriya pispor û alavên pêwîst heye, û hişyarî da derbarê ko dem derbas dibe û jiyana bi hezaran girtiyan di metirsiyê de ye.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko rêjîma tawankar girtî ji mirinê re hiştin wek tolhildana ji şoreşê û berdewamkirina tawankariyên wê, piştî ji welat reviya jî.
Ev girtîgeh di salên 1980an de hat avakirin, û Rêxistina Lêborîna Navdewletî ji berê de navê “Qesabxaneya Mirovan” û girtîgeha ku “dewleta Sûriyê bi bêdengî xelkên xwe serjê dike” lê kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî