Rêvebira Herêmî ya Saziya Navdewletî ya Girtiyan û Endama Rêvebiriya Karûbarê Penaberan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, Rewa Esfor, di Roja Jinê ya Cîhanî de, tekez kir ku ev roja ku jin têde şahiyê li seranserî cîhanê ji bo têkoşîna jinê li dar dixin, daku mafên xwe yên hînbûnê û kar û dengdanê û namzediya hilbijartinan de bi dest xwe ve bînin, jina Sûrî hîna cûrbecûr rengên derdeseriyê li Sûriyê li gel mana rijêma tawanbar li ser zikê gelê Sûriyê dikşîne.
Û Esfor got ku îro roja cîhanî derbas dibe û em di rewşa paşveçûna di mafên jinan de ne, li ser asta cîhanî û herêmî û Sûrî, û bal kişand ser ku jina sûrî ji herkesî bêhtir ziyanê di cengê de dibîne, û rewşa wê xerabtir dibe, û got ku li gel vêketina agirên cengan, binpêkirin û fişarên ku jin li seranserî cîhanê rastiyê tên zêde dibin.
Û Esfor bal kişand ser derdeseriyên jina Sûrê ji rojên pêşên ên şoreşa Sûriyê de, çimkî jina Sûrî bi lehengî beşdarî di xwepêşandan û hevrêzkariya çalakiyên aştiyane de kir, û alîkarî di pêşwazîkirina birîndarên xwepêşandanan kir, her weha beşdarî di karê rojnemevanî di şoreşê de kir.
Û Esfor tekez kir ku jina Sûrî ji destpêka şoreşê de bizav di her warê ku dikeve xizmeta doza azadî û rûmetê de li welêt kir, û weke mêran rastî girtin û azar û binçavkirina kotekî û binpêkirinên govdeyî an kuştinê li ser destê rijêmê hat.
Û Esfor tekez kir ku jina Sûrî di têkoşîna xwe ya ji bo azadî û rûmetê de berdewam e, û cext kir ku pêkanîna dadweriya veguhêz û gihiştina çareya siyasî ya tam tê xwestin, di riya cîbicîkirina biryar û rêkeftinên navdewletî re, yên ku tekezî li ser pêwîstiya ku divê jin bi rola xwe ya giring di çareserkirina nakokiyan û pirosesên avakirina aştiyê de rabe kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî