Melbenda Dimuqratî Sûrî – Ewrupî, û bi alîkariya rêxistinin ji Civaka Sivîl û navendên belgekirina binpêkirinan, civînek taybeyt bi balyozê Emrîkî ê taybet bo tawanên Cengê ” Stîvin Rab” li ser dadmendiya veguhêz û cezakirina tawankeran li Sûriyayê lidar xist.
Endama Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Nûra El – Emîr ku yek ji beşdaran e tekezî kir li ser:” Pêwistiya rawestana tawanên cengê ku rejîma Esed û milişiyên regezperist mîna Hizbillah a tirorist û milişiyên nandozên regezperist derheqê milletê Sûrî dikin, û danûstendina pê re ji hêla Civaka Navdewletî bi lez û tundî wek ku danustendina bi rêxistina Daişê a tirorist re dikin”.
El – Emîr destnîşan kir ku kêmasiya di cezakirina rejîma Esed de li ser tawanên wî sedema belavbûna ramanên rêxistina Daişê ye û nahêle ku aramî vegere Sûriyayê û deverê.
Herweah El – Emîr tekez kir ku dive hemû alî hewl bidin ku alternativan bo dadgeha tawanên navdewletî a ku deriyê xwe ta îro di riwê Sûriyan de di riya “Vîto” a Çînî- Rûsî re digre bibînin, herweha dive wijdanê cîhanî helwesteke hişk ji vê Holokosta ku ji hêla rejîma Esed ve berdewam e biheje.
Ji hêla xwe ve, Stîvan Rab pêwistiya berdewamiya di belgekirina binpêkirina de tekez kir, bo cezakirina tawankaran li ser kiriyarên wan, bal kişand ser dijwariya gihiştina deverên tawan û binpêkirinan û belgekirina wan, û xemgîniya xwe bo mezinbûna van tawanan û hejmara qurbaniyên Sûrî anî ziman.
Herweha Rab mixabiniya xwe diyar kir ji bêtevgeriya Civaka Navdewletî hember tawanên rejîma Esed bi heman hêza ku bi tawanên rêxistina Daişê re bikar tîne, û tekez kir ku tawanên rejîmê û milişiyên pê re şer dikin ne kêmî kirêtiya tawanên Daişê ne.
Li ser pêwistiya hevrêziyê di navbera hemû aliyên ku binpêkirinan li Sûriyayê belge dikin rawestiya, û li ser pêşkêşkirina hemû tawankaran bo cezakirinê tekez kir, ku çiqas dema berdewamiya wan di van tawanan de berdewam be jî.
Jêder: Hevbendî