Hevserokê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehra û Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat li bajarê Gazîentabê yê Tirkiyê beşdarî civîneke diyalog û gotûbêjên siyasî kirin, û rûniştin ji aliyê Yekîneya Piştevaniya Aramiyê ve li ser pêşhatên siyasî, herêmî û navdewletî û bandora wan li ser pirsa Sûriyê hat lidarxistin, û hejmarek ji çalakvanên Sûrî û kesên ku bi karûbarên siyasî ve mijûl dibin amade bûn.
Û di civînê de amadebûyan encamên proseya siyasî li ser pirsa Sûriyê û derfetên berdest ji bo livandina proseya siyasî ya rawestiyayî û kartêkerkirina dosya sizadan û lêpirsînê li gorî helwesta Rûsiya gotûbêj kirin.
Û amadebûyan behsa encamên nakokiyên navdewletî li ser rikberiya Sûriyê û helwestên dewletan derbarê pirsa Sûriyê û çareserî û berdêlên berdest kirin.
Û Hevserokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra tekez kir ku çi çareseriyeke domdar ji kêşeya Sûriyê re divê cihê razîbûna gelê Sûriyê be, yê ku derdeseriya zordarî, kuştin û koçberiyê kişandiye, ji bilî hejmara zêde ya pakrewan û girtiyan, û bal kişand ser girîngiya ku biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê zindî bimîne.
Û Elbehra derbarê hevpeymanên siyasî yên li deverê de ravekirinek pêşkêş kir, û bal kişand ser ku ew li ser bingeha berjewendiyan têne avakirin, û ku pir caran rêjeya ji sedî 100 rastî berjewendiya dewletên dîtir nayê, û tekezî li ser giringiya çênekirina dijminatiyê li gel dewletên dostên şoreşa Sûriyê û daxwazên gelê Sûriyê yên ku ji bo wan hêviyan serî hildaye kir, lê berovajî vê yekê divê dostên zêdetir bên dîtin.
Ji aliyê xwe ve Sekreterê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat derbarê civîna ku bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mustefa û Serokê Desteya Danûstandinan ya Sûrî Bedir Cemûs bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re pêk hatiye axivî, û da zanîn ku hevdîtin rotînî û rolane bû, û ne tenê bi daxuyaniyên dawîn yên Tirkiyeyê ve girêdayî bû, û bal kişande ser ku di civînê de çendîn mijarên bingehîn gotûbêj kirin ji wan piştrastkirina cîbicîkirina biryara 2254 ji aliyê Wezareta Derve ya Tirkiyê ve, û giringiya yekhelwesta navdewletî ji bo cîbicîkirina wê biryarê û rewşa deverên rizgarkirî û çawaniya hevrêziya berdewam ji bo baştirkirina wê, û mîkanîzma xurtkirina saziyên opozîsyonê û Hikûmeta Demkî û bihêzkirina Hikûmetê her weha berdewamiya Tirkiyê di helwestên xwe de derbarê pirsa Sûriyê.
Û Berekat bal kişand ser girîngiya berdewamiya hevdîtinan bi hemû çalakvan, sazî û çalakiyên şoreşgerî re, ji bo bilindkirina asta şêwrê û berfirehkirina xeleka beşdariya siyasî û pêşxistina helwestan derbarê her tiştên nû çêdibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî