Yekîneya Piştevaniya Aramiyê bi hevkariya li gel Yekîneya Encumenên Xwecihî, rûniştinek li bajarê Gazîentabê, derbarê girêdana civakên karsazî bi piroseya siyasî re, di çarçoveya pêvajoya “Beşdarkirina civaka xwecihî di piroseya siyasî de” li dar xist.
Û Şandeke Desteya Danûstandinê ya Sûrî beşdarî di civînê de kir, û Şande ji Serokê Desteya Danûstandinê Bedir Cemûs û endamên Desteya Danûstandinê Cemal Silêman, Enes Elebde, Henadî Ebû Ereb, Ehmed Elesrawî û Tariq Elkurdî pêk dihat, her wiha komek ji parêzer, yasanas, çalakvanên jin û mêr û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û aktorên karûbarên siyasî amade bûn.
Û gotûbêjan giringî da karê Desteya Danustandinê di dema guhertinên siyasî yên derbarê Sûriyê li ser asta navdewletî û herêmî de, û li ser astengbûna piroseya siyasî û derfet û kêşeyên ku heye bên kartêkerkirin rawestiya, her wiha axaftina li ser asta bandora dozên herêmî û navdewletî yên awarte di heyama vê salê de li ser çareseriya siyasî û pirsgirêka Sûriyê.
Û di civînê de Cemûs tekezî li ser rola ciwan, xwendekar, çalakvan, rêxistinên civaka sivîl û penaberan di pirosesa siyasî de kir, û giringiya hewlên wan ji bo mana dosya Sûriyê li ser asta xwecihî, herêmî û navdewletî, û ji wan xwest ku roleke wan a bibandortir di avakirina paşeroja Sûriyê de hebe.
Û Cemûs got ku hevdîtina bi Sendîkaya Parêzerên Azad re li ser pêwîstiya xurtkirina lihevkirin û hevkariyê di dozên yasayî yên girêdayî dosya Sûrî, derfeteke nirxdar bû, û ew derfetê dide ku mijarên girêdayî dadwerî û dadpirsînê, di nav de gengeşeya li ser çawaniya pêkanîna dadmendiyê û misogerkirina dadpirsînê gotûbêj bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî