Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de cext kir ku mebest ji berdewamiya van zêdegaviyan jinavbirina çareseriya siyasî ye, nemaze yên li Xûta rojhilat dibin, û got ku xuyaye ku Rûsiya dixwaze piroseya siyasî ya ligor lêvegerên navdewletî binax bike.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de ya îro sêşemê got ku Rûsiya dixwaze pirosêsa siyasî jinav bibe, nemaze piştî ragihandina wê ji pirçekirina hêzên Rijêmê re bi çekên pêşkeftî ji bo cêbicêkirina oparesyoneke leşkerî li Xûta rojhilat.
Hevbendiyê got ku êrîşa niha gurkirinek metirsîdar e, ku zêdetir ji 70 êrîşên esmanî ji aliyê firokên Rijêmê û dagîrkariya Rûsî hatine pêkanîn û taxên nişteciyan bi 25 bermîlên teqîner û zêdetir ji 150 mûşekên girad û 6 mûşekên fîl hatine bombebarankirin, zêdebarî topbarankirina berdewam bi topxaneyan.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku li hember van guhertinan, helwestên rasteqîn û bilez têne xwestin ji çavdêrên çareseriya siyasî yên bêdeng û tameşevan û herwiha dewletên dost û yên xwe piştgir ji gelê Sûriyê re bi nav dikin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku şerê qirkirinê û êrîşên hovane li ser serê xelkê Xûta nedihatin pêkanîn heger ne ji ber bêdengiya navdewletî û dewletên çavdêrên çareseriya siyasî be, ku bêdengiya wan derfet û ronahiya kesk da ji bo pêkanîna van êrîş û tawanan, ku ev yek rola civaka navdewletî ya temeşevan têxe hevparê vê destdirêjiya li ser xelkê Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî hemû endamên civaka navdewletî di ber bêdengî û bêkêriya wan de berpirsyar dît, û di serî de berpirsyaretiya di ber encamên jinavbirina çareseriya siyasî li Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza kar û bizaveke bilez ji konseya ewlekariyê kir, da kar ligor berpirsyaretiya xwe ya yasayî û siyasî û mirovî bike, ji bo parastina 400 hezar sivîlên dorpêçkirî ji 5 salan ve.
Hêjayê gotiye ku hêzên Rijêmê bi piştgiriya milîsên Îranê û dagîrkariya Rûsî, radibin bi êrîşeke terorîstî ya berfireh li ser Xûta rojhilat, ji encamê 115 kes şehîd ketine û bi dehan kes heta vê gavê bêseruşûn in, bi sedema êrîşên herdu rojên borî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî