Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Salim Elmislit êrîşên Rûsiya li ser baregehên Lîwayê Siqûr Elcebel şermezar kirin, û tekez kir ku Mosko rêxistina DAÎŞê bihêz dike bi lêdana baregehên Lîwayê Siqûr Elcebel, herwiha da zanîn ku êrîşên esmanî yên firokên Rûsiya li ser baregehên Lîwayê Siqûr Elcebel hevdem ligel teqîna otombêleke bumbekirî ji aliyê DAÎŞê ve cihê dilnearamî û gomanê ye, û cihê gelek pirsan ne ji hêzên Rûsiya ku tê xwestin bersiva wan bidin.
Elmislit diyar kir ku Rûsiya bêhtir rê ji DAIŞ re xweş dike û hesnkariyan dide wê da bêhtir qadê vegire, û helwesta DAIŞ îro hatiye bihêzkirin, piştî berê artêşa Azad ew ji Heleb û Idlibê derxistibû her ji sala 2014an ve.
Hêjayî gotinê ye ku duhî roja sêşembê, firokên Rûsî bargehên Lîwayê Siqûr Elcebel li Helebê armanc kirin, û ev hevdem hat ligel êrîşeke rêxistina DAÎŞê li ser heman baregehan bi rêya teqandina otombêleke bumbekirî.
Derbarê vê yekê fermandarê Lîwayê Siqûr Elcebel neqîb Hesen Hac Elî ragihand ku baregehên Lîwa li gundewarê rojavayî Helebê rastî sê êrîşên esmanî yên firokên Rûsî hatin, ku sercem ambarên Lîwa hatin têk birin, û dazanîn ku ev êrîşên esmanî hevdem hatin ligel êrîşêke rêxistina DAÎŞê bi otombîleke bombekirî li ser bargeheke Lîwa li bajarokê Dêr Cemal li gundewarê bakurê Helebê ku bi yekcarî bargeh hat wêrankirin.
Têzanîn ku îro Wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawûd Oglo di kongirekî rojanamevanî de got ku ” du êrîş ji 57 êrîşên Rûsiya li dijî rêxistina DAÎŞê ne, û êrîşên din li dijî tabûrên hêza şoreşa Sûriyê ne”.
Jêder:Hevbendî+Anadol