Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Dr.Xalid Xoca tekez kir ku “Dagîrkariya Rûsiya li ser Sûriya” neseqamgêriyê peyda dike û gef e li ser ewlehiya deverê û Cîhanê û got: ” Rûsiyan netenê sivîl û zarok kuştin di êrîşên xwe de, lê herwiha wan destpêşxeriya Dî Mistora û sercem hewlên çareseriya siyasî bombebaran kirin”.
Xoca tekez kir ku gihiştina çareseriyek siyasî zehmet e, di dema berdewamiya herdu dagîrkariyên Rûsiya û Îranê li ser Sûriya”.
Herwiha got: “rêjîma Esed têkşikest û ji bakur û başûrê welat vekişiya û navçeya rojhilat radestî DAÎŞê kir, û paşî Îran derbas kir lê ewjî têkşikest bi saya berxwedana Sûriyan û Artêşa Azad”.
Weha berdewam kir “di dema rûxandina rêjîmê ya bilez û nemana karîn û şiyanên wê, bi hîzî derbaskirina Dagîrkerê Rûsî pêk anî, û ew niha şeşeyekê bitenê ji qada Sûriyê kontrol dike”.
Derbarê mêkanizmên pirkirina piştgiriyê bo hêzên leşkerî, Xoca got “Em kar dikin ji bona dabînkirina piştgiriya leşkerî ya tê xwestin bo sercem hêzên Şoreşê”, hevdem bal kişand li ser bizavên bi xurtî berdewam di vê çarçoveyê de.
Û got: ” Artêşa Azad xwerageriya xwe da xuyakirin di yekemîn şerê bejekî de piştî heftêyekê ji dagîrkariya Rûsiya, ku gelek ziyanên madî û giyanî gihand hêzên dagîrkeran û çeteyên wan di şerê Mork û deşta Elxab de li gundewarê Hemayê, û ew rûbirûbûn bi kuştara tankên dagîrkariyê salix da”.
Jêder: Hevbendî+Elcezîre