Duhî roja sêşembê 06/10/2015 li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, şanda ENKSê bi serokatiya serokê wê Ibrahîm Biro, û şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê bi serokatiya endamê desteya siyasî Nesir Elherîrî civînek lidar xistin.
Herdu aliyan di civînê de gelek babet di warê siyasî de û baredoxên Sûriyê piştî dagîrkariya leşkerî ya Rûsiya gengeşe kirin.
Herwiha di rojeva civînê de herdu aliyan behsa rewşa leşkerî kirin bi taybetî mijara Pêşmergeyên Rojava yên li Herêmê hatine pewerdekirin û Encumana Niştimanî Ya kurd ew li xwe girtine.
Jêder:Hevbendî+Rûdaw