Wezîrê Derve yê Firensî Loran Fabiyos tekez kir ko welatê wî dê pirojeyekî ji Encûmena Ewlekariyê re pêşkêş bike ji bo bikaranîna Bermîlên teqîner li dijî sivîlan qedexe bike. û got ko Firensa bi xwe jî dixwaze veguhêza siyasî li Sûriyê misoger bibe û li rêkxistina Daiş bidin. Ev gotinên Fabiyos hatin dema bersiva endamên perlemanê Firensî doh Sêşembê devikî da.
Li gora raportekê ko Toreya Sûrî ya mafê mirovan îro çarşembê diyar kir, ko Rêjîma Esed 1715 Bermîlên teqîner di meha Eylûla buhirî de avêtine û para mezin li ser Gundewarê Şamê ketine.
Raportê diyar kir ko 949 Bermîlên Teqîner li Gundewarê Şamê ketine û li Humsê jî bêtir ji 190î û li Dera 164, hem jî raportê got ko li Idlib 127 Bermîlên teqîner û li Parêzgeha Hemayê hejmara Bermîlan gihaye 120an û li Helebê jî 106 Bermîl ketine.
Raportê tekez kir ko bandora Bermîlan bêtir li ser Sivîlan bû, ji ber 99% ji qurbaniyan sivîl bûn, her wiha rêjeya Zarok û Jinan navbera 12% û 35% bû.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî doz kiribû, ko biryarek neçarkirinê ji Encûmena Ewlekariyê der bibe da nehêle Esed Bermîlên teqîner bikar bîne, çimkî ew li dijî biryara Netewên Yekbûyî hejmara 2139an ne, ya ko dibêje giring e bombebarandina bitewşî li ser sivîlan raweste.
Hevbendî+Acans