Bergiriya Sivîl ya Sûrî, diyar kir ku êrîşên Rûsiya û rêjîma Sûriyê bûne sedema pêkanîna 4 komkujiyan di 5 rojan de, di heman demê de rêvberiya perwerdeyê li Idlbê ji bo parastina karmend û şagirtan, kar li saziyên xwe rawestand.
Li gor amarên Bergiriya Sivîl ya Sûrî, di dema di navbera 15-20 kanûna pêşîn de, 4 komkujî hatin pêkanîn, û di encamê de 59 kesên sivîl şehîd ketin, 18 ji wan zarok û 14 jin û 27 zilam bûn.
Heman amararan, eşkere kir ku hejmara êrîşên li ser parêzgeha Idlibê gihştiye 1384an, ji wan 104 êrîşên ezmanî ji hêla balefirên Rûsî, û 168 ji hêla balfirên rêjîma Sûrî, û 184 bermîlên teqîne û 964 topên topxaneyan, 32 bargeh li gundwarê Idlibê armanc kirin.
Derbarê vê mijarê, serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Enes Elebda, têkilî li gel rayedarên welatên endam di Encumena Esayişa Navdewletî û şanderê navdewletî bo Sûriyê Pederson re kirin, û rewşa Idlibê ji wan re şirove kir, û doza agirbestê li wan kir.
Ji hêla xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, daxuyaniyek belav kir, têde ragihand ku wê têkilî li gel welatên zilhêz kiriya, da berpirsiyariyên xwe hilgirin, û sînorkî ji êrîşên rêjîmê û Rûsiyê re deynin.
Di heman mijarê de, daxuyaniya Hevbendiyê hişyarî dan ji têkçûna karê wan dewletan li Sûriyê, û berpisiyariya wan di ber vê karîsetê de hate diyarkirin .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî