Hin diplomasiyên Encumena Ewlehiyê, Rûsya gunehkar kirin bi derengxistina destpêkirina lêpirsîna Netewên Yekbûyî ya ku wê pisporin serbixwe pêk bînin derbarê destnîşankirina nasnameya berpirsê êrîşên kimawî li Sûryayê.
Encumenê di civîna 7ê Tebaxê de 2015an, biryarek derxistibû tê de xwe dabû ber amadekirina”mîkanîzma vekolînek hevbeş” di navbera Netewên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimawî . Emîndarê Giştî ê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon hefteya bûrî gavên berbiçav bo vî karê ku spartibû sê pisporan pêşinyar kiribûn, û li hêviya roniya kesk e ji hêla Encumena Ewlehiyê bo wan bike karmend ji vî karî re .
Muhlet roja Sêşembê bidawî bû, û Rûsya ya ku serokatiya Encumen ji meha Êlûnê de dike bersiv neda . ji hêla xwe ve balyozê Rûsî li gel Netewên Yekbûyî Vîtalî Tşorkîn ragihand ku” Em di vî warî de di karê xwe de berdewam in, ew pirsgirêkek teknîkî ye, û em dixwazin jê tekez bin”
Razgirê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreşê û Hevrikiya Sûrî Enes El- Ebda, di daxuyaniyeke taybet de got ” Rûsiya ya di helwesta xwe de alîgira rejîmê ye, dest bi pêkanîna rolekê kir ji bo danîna keleman li pêşiya gavên berbiçav yên cîbicîkirina biryara Encumena Ewlehiyê derbarê vekolîna bikaranîna çekên kîmawî li Sûryayê “, û destnîşan kir ku ” Her derengiyek di destpêkirinê de derengiyek di gihiştina encamên cîbicîkirina dadweriyê de ye”.
El – Ebda berdewam kir:” Hewldanên Rûsî bo kelemdanîn û derengxistinê, beşdarî ye di dûrkirna gunehkariyê ji rejîma Esed, ku hemû nîşan gunehkariya wî di bikaranîna çekên kimawî dijî milletê Sûrî de diyar dikin “.
El – Ebda bal kişand ku” Rûsya îro dest bi lîstokeke Bîruqratî nû bo wendakirina demê û derengxistina lêpirsînê kiriye, ev yek li gel piştgiriya leşkerî, aborî, parastina diplomasî ku ji berî pênc salan ve ji Esed re peyda dike, û ew tawanan û kuştinê berdewam dike”.
Jêder: Hevbendî