Piştî lidarketina kongirê sêyemîn yê Encumana Niştimanî ya Kurd, encumanên xwecihî dest bi aktîvkirina karê xwe kirine.
Derbarê rola siyasî û civakî her wiha karên xizmetguzarî yên ku encmanên xwecihî dikin, Kazim Xelîfê serokê xwecihiya Tirbespyê ji mere got “em beşek ji Encumana Niştimanî ya Kurd in û hererha Hevbendiya rikber, çi pêşketin yan paşketin hebe wê bandorê bi şêweyekî zindî li me bike ,Xwecihya Tirbespyê Û Gundewarê Wê mezin e, piraniya xelkên wê ji alîgirên ENKS ne, lê nîrên ewlehî û rewşa jiyanê ya zehmet, û ji ber ku encuman nikarîbû parastin û alîkariyê ji milet re dabîn bike hinek dûrketin ji encumanê hebû”
Li ser hebûn û rola ciwanan di xwecihiyên ENKS de Xelîfê bal kişan ser koçberiya zêde û got “ciwan bingeha avakirinê ne ,dema ku behsa koçberiya ciwanan dibe dilê mirov têşe ,piraniya wan ji ber peydakirina nanê xwe yan ji ber leşkeriya neçar koçber bûne , lê tevlî vê yekê hê ciwan mane viyana wan li hember zehmetiyên jiyanê xurte, û Encuman li xwecihiya Tirbespî û şaxên wê palê dide ser wan,her wiha hebûna jinê di Encuman de cihê geşbînî şanaziyê ye û ez bi karîna wê di aktîvkirina Encuman de bawer im”.
Sebaret pirogramê siberojê yê xwecihiya Tirbespyê Xelîfê da zanîn ku ew di qonaxekê de ne duruşma wê “Aktîvkirina Rola ENKSê” Ye, û ew dikarin bi vî karî rabin ji ber baweriya wan bi karê hevbeş tê û weha got: “Emê hevbeşiyê li ser bingeha demoqrasî û dezgehiya kar pêk bînin, ya giring ewe pêwendiya bi milet re û belavkirina çanda niştimanperwerî û kurdayetiyê di riya çalakiyên dûrî partîtî û ezîtiyê, ji ber ku ENKS çarçewa siyasî ya ku pirojeya me ya niştimanî û netewî hildigre , ev armanca me ye û emê kar bikin da em bighênê ,ji ber bi omîdan tenê ti armanc pêk nayên”.
Jêder: Hevbendî