Şahê Erebistana Si’ûdî Selman Bin Ebdulezîz, helwesta welatê xwe ya piştgiriya miletê Sûrî di misogerkirina amancên xwe yên azadî û rûmetê û sivikkirina derdê wî dubare tekez kir, ji ber rêjîma Esed û hevalbendên wê mafê wî binpê dike.
Her wiha şah Selman piştgiriya Siûdiyê ji çareserkirina siyasî re li Sûriyê li gora daxuyaniya Cinêvê tekez kir . û pesnê rola desteya bilind ya danûstandinan da, û li ser peywendiyên dîrokî di navbera herdu welatan de axivî. ev gotin doh li koçka Yemama di hevdîtina şanda Desteya Bilind Ya Danûstandinan bi serokatiya hevrêzkarê giştî Riyad Hicab de got.
Hicab jî ji aliyê xwe ve spasiya şah Selman kir, li ser helwestên Siûdiyê û rola wê ya pêşeng di piştgiriya miletê Sûrî de.
Herdu aliyan rewşa heyî li meydana Sûriyê û têkçûna rewşê li piraniya herêman û bi taybetî li Helebê ji encama tawankariyên cengê yên li ser destê rêjîma Esed û Rûsya û milîtanên bi ser Îranê ve berdewam in, gotûbêj kirin.
Hicab daxwaz kir ko piştgiriya leşkerî ji artêşa azad re ko li hemû aniyên şer belav e bêtir bib, û alîkarî ji derbider û koçberên kampan re û cihên ku lê ne bên pêşkêşkirin.
Her wiha rewşa xelkên Sûrî yên mêhvan û yên li Siûdiyê cihnişîn bûne ji aliyê fêrkirinê, çareserkirina tendiristî, û wan tunekirina bacên seredan û bicihbûnê ji wan re, û dana mafê kar ji kesên mêvan re gotûbêj kirin.
Jêder: Hevbendî