Rêxistineke mafnasiyê diyar kir ku rijêma Esed û Rûsiya berdewam in di stratîjiya xwe ya kirêt de, ya bimebest nexweşxane û bazar û xwendingehan li navçeyên rizgarkirî bombebaran dikin, bi armanca neçarkirina xelkê li ser erêkirina agirbestê, ya dawiya wê koçbarkirina wan ber bi Idlibê ve ye.
Îro roja çarşemê, Tora Sûrî Ya Mafên Mirov, di raportekê de got ku “di serdema nû de bi awayê armanckirina rijêma Esed û Rûsiya ji navend û tîmên pizîşkî re nehatiye dîtin”, û jikarketina nexweşxaneya Elîman, ya tak û tenê li bajarê Sirca ya ser bi parêzgeha Idlibê ve dîkoment kir, piştî armanckirina wê ji aliyê firokan ve, û tê gomankirin ku ew firok yên Rûsiya bin, tevî birîndarbûna pênc kadiroyan ji tîma pizîşîkî.
Û xuya kir ku nexweşxaneyê xizmet di biwarên neştegeriya ninavan û neştergeriya giştî û ya hestûyan de ji bo nêzîkî 80 hezar kesî li bajarokên Çiyayê Elekrad pêşkêş dikir.
Û li gor Tora navhatî ku rêveberê nexweşxaneyê û herwiha çend hemwelatî û çalakvananên şahidhal der barê rûdana bombebarankirinê, tekez kirin ku çi bargehên leşkerî li nêzîk nexweşxaneyê tine bûn, ne berî bombebarankirinê û nejî di dema wê de.
Tora navhatî got ku hêjî civaka navdewletî tenê li guhertina damigrafîk ya li Sûriyê dibe temaşe dike, û tenê wan karan pirotisto dike, û Rijêm û Îran wê yekê wek rohniya kesk ji bo berdewamiya tawankariyên xwe dibînin.
Fedil Ebdulxenî, rêveberê Tora Sûrî Ya Mafên Mirov, got ku “goman di wê yekê de nîne ku hêzên Rûsiya di rêka noker û guhbelên xwe re cihên nexweşxaneyan dişopîne, bi armanca bombebarankirina wan, û Rûsiya dizane ku wê rojekê neyê dadgehkirin li ser tawanên xwe yên li Sûriyê dike, lewra ew tawanan zêdetir dike, û wê berdewam be, û Rijêma miha ji dadgehkirinê diparêze, û wê han dide li ser pêkanîna tawanan”.
Jêder: Hevbendî