bajarokê Til Temir dikeve rojavayî bajarê Hesekê bi 40 K.M, rewşa jiyanê li wî bajarokî pir zehmet bûye, her wiha welatî di metirsiya êrîşên rêxistina DAIŞ ê de ne.
Mecîd Dawûd, welatiyek ji Tiltemir e, dibêje ku rewş bi tevahî ne başe, nemaze ku bijîşk ji bilî yekî tenê nemane û ”nebûna bijîşkan û kêmbûna dermanan rewşê aloztir dike, û bandoreke neyênî li welatiyan dike, em hêvî dikin ku rêxistinên mirovî alîkariyê bi me re bikin nemaze di warê tendurustiyê de”.
Sebaret sedemên koçberiya nûjdaran Isma’îl Xero endamê xwecihiya Tiltemir ya Encumana Niştimanî ya Kurdî, di daxuyaniyeke taybet de ji mere got ku ”ji ber êrîşên bi ser bajêr de, her wiha tevaya deverên kurdî li Sûrî em pir hewcedarî nûjdaran in, ji ber taybetmendiyeke wan heye, lê dîsa em dibêjin ku koçberbûna wan jî rewşeke normale.
her wiha Xerro nîşan da ku metirsî li ser jiyana nûjdaran bêhtire ji ber ku berî demekê gelek ji wan dihatin revandin û xwediyê wan gelek pere dan ta ku hatin berdan.
Jêder: hevbendî